Meclîsa Sûriya Demokratîk

Pîroznameya boneya Cejna Sersalê

Bi boneya Cejna Sersalê (2022); Em pîrozbahiyê li gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên cuda dikin, bi hêviya ku sala nû bibe destpêka qonaxeke nû ku tê de guhertina demokratîk pêk were û gelê Sûriyê bigihê daxwazên xwe ji bo avakirina Sûriyeke nû, ku bibe welatekî ji bo hemûyan.

Em pîrozbahiyê li malbatên şehîdên xwe dikin, û em spasiyên xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re dikin, ji ber sekna wan û qurbanîdana wan a mezin û bersiva wan li hember gef û terorê, û serkeftina wan li dijî fitneyê û pîlanên dijminan, û şev û roj digihînin hev ku destkeftên gelê Sûriyê biparêzin û ewlehî û aramiyê pêk bînin.

Bi vê derfetê em dilgiraniya xwe li ser rewşa gelê Sûriyê tînin ziman û bi hêviya ku paşeroj baştir bibe, bi wê re dagirkeriya dewleta Tirk a li ser bajar û gundên me bi dawî bibe û çareseriyên berfireh û mayînde bi xwe re bîne û nebe sedema koçberî û êşên zêde.

Em bang li civaka navdewletî dikin û em bi tekez radigihînin ku Sûriye weke welatekî nikare xwe li ser krîz, tundî, teror, tundrewî, nearamî û sitemkariyê ragire, erkê civaka navdewletî ye ku dawî li vê kaosê û wêrankirinê bîne.

Li Sûriyê em daxwaza xwe ji hemû aliyan re nû dikin; Di danûstandin û têgihiştinê de ji bo çareserkirina hemû pirsgirêk û astengiyan û bidestveanîna çareseriya siyasî ya çaverêkirî, kunsûrî li şûna wê hêsir û xwînê bidin.

Di sala nû de em hêvîdar in ku aştî û aramî li herêmê serwer bibe û em hêvîdar in ku di sala 2022’an de cîhan aramtir û pêşketîtir be.

Her sal hûn bi xêr bin

31’ê Kanûna pêşîn 2021
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk

Follow Me