Meclîsa Sûriya Demokratîk

Pîroznameya cejna sersalê

Bi boneya hatina cejna zayînê ya pîroz û Sersalê, Meclisa Sûriya Demoqratîk “MSD” bi dilgermî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Xiristiyan li Sûriyê û cîhanê û hemû gelên cîhanê dike, Xwedê wê bi xêr û silametî li her kesî vegerîne.

Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê wê bibin firehiyek ji bo jiyaneke aştiyane di navbera pêkhateyên wê de, ji bo Sûriyan ji hemû pêkhateyên olî û netewî, penageheke ewle û ji bo Sûriyeya paşerojê dê bibe modelek geş.

Bi vê boneyê, em bang li hemû aliyên Sûriyê dikin ku dev ji cihêkarî, nakokî û berjewendiyên teng berdin û li dora çareseriyeke niştimanî ya berfireh bin li ser bingeha wê rêya siyasî ya ku trajediya gelê Sûriyê bi dawî bike û rê li ber vegera aware û penaberan ku bi rêya wê kirîz û azar bi dawî dibin, û ewlehî, aramî û bextewarî li hemû deverên welat serdest dibe, li wêlatê me Sûriyê.

Her sal hûn bi xêr bin

24’ê Kanûna pêşîn 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk

Follow Me