Îro pênşemê 20/1/2022, girseyek mezin ji kur û keçên bajarê Reqayê beşdarî meşek girseyî bûn ji bo şermezarkirina kiryarên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û dagîrkirina wê ji herêmên Sûriyê re, û binpêkirina wê ya eşkere û çeteyên wê li dijî mafên mirovan û pêkanîna tawanan li dijî sivîlan, di nav de zarok, jin û kal û pîr, wek kuştin, koçbarkirin, destavêtin û guhertina demografîk.
Komek mezin ji şêniyên bajar û gundewarên wê tevlî meşê bûn, li gel pêkhateyên civakî, kombûna jinan a Zenobiya, Saziya Malbatên Şehîdan, meclîs û malên gel ên gundewarên bajêr.
Ev meş hevdem bû bi çaremîn salvegera dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û grûpên girêdayî wê ve, ku bi hezaran koçber û şerpeze bûn û heta dar jî ji kokê rakiribûn.
Meş ji qada El-Itfaa ber bi Parka El-Reşîd ve dest pê kir û li çerxeriya El-Neîm rawestiya û tê de ji Meclisa Reqa, Meclîsa Leşkerî, Saziya Malbatên Şehîdan û Kombûna Jinan a Zenobiya axaftin hatin kirin. Di van gotinan de daxwaz hate kirin ku heta rizgariyê têkoşîn û rûbirûbûna vê dagirkeriyê berdewam bikin û bang li civaka navdewletî hate kirin ku rola xwe di rawestana li ber hovîtiya dagirkeriya Osmanî û şikandina wê de û alîkariya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê di rizgarkirina herêmên wê yên desteserkirî de bigire, çi li Efrîn, çi jî li Serêkaniyê û Til Ebyed.
Hêjayî gotinê ye ku duh çendîn sazî û dezgehên siyasî û civakî, partî û Meclisa Sûriya Demokratîk daxuyaniyek belav kirin û tê de bang li civaka navdewletî û welatên erebî kirin ku li dijî siyaseta berfirehkirina Tirkiyê derkevin û bang li hemû hêzên Sûriyê yên demokratîk kirin ku ji bo bidawîkirina dagirkeriyê hevkariyê bikin ji bo bidawîkirina dagirkeriyê li ser Efrînê û herêmên din.