Meclîsa Sûriya Demokratîk

Gelê Helebê daxwaza dawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê dikin

Îro bi hezaran awareyên Efrînê û xelkê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi beşdariya partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl meşeke girseyî pêk anîn; daxwaza dawìkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê kirin, hevdem bi çaremîn salvegera destpêkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê.

Di meşa ku bi diruşmeya “Bi hev re ber bi rizgarkirina Efrînê” li ser navê Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji aliyê endama Buroya Têkiliyên Giştî “Fatima El-Hisêno” ve axaftinek hat kirin û di destpêkê de destxweşî hate kirin ji berxwedan û sekna gelê Efrînê di kampên koçberkirinê de, û bal kişand ser armancên dîrokî û berfireh ên Tirkiyê li herêmê.

Wê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ku sivîlên bi ewle armanc dike, aramiyê têk dide û jin û zarokên bêguneh dikuje, li hemberî bêdengiya navneteweyî û aliyên garantor şermezar kir.

El-Hisêno di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rizgarkirina Efrînê û wiha got: “Em bi rola xwe di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de tekez dikin ku pirsgirêka Efrînê pirsgirêkeke niştimanî ye û erka rizgarkirina wê dikeve ser milê hemû gelê Sûriyê, ji ber wê tekez dikin li ser girîngiya rizgarkirina herêma Efrînê û hemû herêmên dagirkirî û vegera bi ewle ya şêniyên wê yên resen.”

Wê herwiha tekez kir ku çareseriya kirîza Sûriyê bi diyaloga Sûrî-Sûrî, hevgirtina Sûriyan û hewldana hemû aliyên Sûriyê ji bo çareseriyeke siyasî ya aştiyane bi rêya diyalogê û yekxistina hêzên xwe ji bo rizgarbûna ji dagirkeriyê û zulmê û avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî, nenavendî ji bo hemû Sûriyan.

Follow Me