Meclîsa Sûriya Demokratîk

Partiyên siyasî yên Helebê daxwaza dawîkirina dagirkirina hemû herêmên Sûriyê dikin

Partiyên siyasî yên bajarê Helebê daxwaz kirin; ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê ku kar dikin ji bo bidawîkirina dagîrkeriya Tirkiyê, û şikandina bêdengiya xwe bi helwesteke siyasî ku xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê dike ji bo bidawîkirina dagîrkirina hemû herêmên Sûriyê.

Ev yek di daxuyaniyekê de hat ku îro Çarşemê 19ê Çile li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji aliyê partiyên siyasî ve ji raya giştî ya cîhanê re hat pêşkêşkirin, hevdem ligel derbasbûna 4 salan li ser destpêkirina êrîşên Tirkiyê ser herêma Efrînê.

Partiyan di daxuyaniya xwe de amaje kirin bi ku 4 sal derbasbûn li ser Dagirkirina herêma Efrînê û hìna jî bêdengiya navdewletî berdewam e li
nser kiryarên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ji kuştin û revandin û koçberkirina bi zorê û guhertina demografîk û wêrankirina şûnwarên dîrokî.

Û destnîşan kir ku “Dagirkirina herêma Efrînê û pêkanîna binpêkirinên herî hovane yên li dijî sivîlan berdewamiya pirojeya berfirehkirina Tirkiyê ye, ku herêmên din ên ewle yên weke Serêkaniyê û Til Ebyed dagîr kiriye.” Û wê got jî, “Tirkiye hewl dide ku ezmûna Rêveberiya Xweser, ya ku piştî serkeftinên Hêzên Sûriya Demokrat bi dest xistin, têk bibe, û krîzên xwe yên navxweyî derxîne derveyî sînorên Tirkiyê.”


Partiyên siyasî di dewama daxuyaniya xwe de tekez kirin ku, “Em weke partiyên siyasî yên bajarê Helebê piştgiriya xwe ji gel û hêzên xwe yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re tekez dikin û em bang li welatên çalak dikin ku berpirsyariya xwe ji bo rawestandina Tirkiyê û bidawîkirina Dagirkerî û berfirehkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin cih. û em daxwazê ​​ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê dikin ku rola xwe ya navdewletî di vedîtin û lêkolînê de bigirin. Û daxwazê ji hemû welatan dikin ku derkevin ji bêdengiya xwe û helwestek siyasî bidin ku dikeve xizmeya berjewendiyên gelê Sûriyê bo bidawîkirina dagirkeriyêji ser hemû herêmên Sûriyê.

Follow Me