Îro Duşemê 10 Çile, Nivîsgeha Jinan a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk civînek li gel rêxistin û çalakiyên jinan ên girêdayî Meclisê li dar xist; ji bo lêkolîn û gotûbêjkirina rola jinan û pilan û bernameyên bihêzkirina wan.
Civînê bi gotûbêjkirina pêşhatên siyasî û pêşhatên kirîza Sûriyê dest pê kir û hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer li ser rewşa Sûriyê axivî û derxistina dosya Sûriyê ji giringiya sereke ya civaka navdewletî ji aliyekî ve, û nebûna lihevhatineke niştimanî di nav Sûriyan de ji aliyekî din ve, ku ev karîset girantir kir.
Omer ronahî da ser rêya Meclisa Sûriya Demoqratîk ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi rêya diyalog û avakirina lihevhatinekê di navbera Sûriyan de, li gorî bicîkirina biryara 2254 ya Netewên Yekgirtî, û beşdarbûna rasteqîne ya jinan di hemû hewlan de û dabînkirina mafên wan di Sûriyeya pêşerojê de.
Ji hêla xwe ve seroka Meclisa Rêvebir ya MSD`ê Îlham Ehmed got ku hebûna jinan di proseya siyasî û biryardayînê de wan hevsengî dike û got ku nebûna jinan di gelek saziyên Sûriyê de bûye sedema têkçûna wan saziyan.
Û jinên bakur û rojhilatê Sûriyê mînakeke geş ji şiyanên jinan û tevlêbûna wê di hemû aliyên jiyanê de pêşkêş kirin û kêşeya niha ew e ku vê ezmûnê bigihîne tevahiya Sûriyê. Her wiha beşdaran li ser xebatên wan ên ji bo bihêzkirina jinan û pêşxistina rola wê di civakê de û di jiyana siyasî de nîqaş kirin.
Beşdaran pêşniyar û bername ji bo perwerdekirina jinan û zêdekirina tevlêbûna wan di jiyana giştî de, bi zêdekirina hevahengiya di navbera rêxistin û çalakiyan de, û lidarxistina atolye û danişînên diyalogê bi armanca bihêzkirina jinan, pêşkêş kirin.
Jin li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî roleke çalak û bibandor in, ji ber ku di hemû sazî û astên herî bilind de bi rêya sîstema serokatiyê ya hevbeş ku derfetên biryargirtin û pejirandinê ji jinan re misoger dike, beşdar dibin.