Meclîsa Sûriya Demokratîk

Partî û hêzên ku ji “MSD”ê pêk tên li ser rêgezên nûjenkirin û bihêzkirina wê gotûbêj dikin

Partiyên û hêzên siyasî yên ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk pêk tînin li bajarê Qamişlo li bakurê rojhilatê Sûriyê civiyan, ji bo gotûbêjkirina awayên pêşxistin û nûjenkirina mîkanîzma karê Meclisê û aktîvkirina rola pêkhateyên MSDê ji bo rûbirûbûna kêşe û destkeftên dahatû.

Civîn bi amadebûna hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer û hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî Hesen Mihemed Elî hate lidarxistin û di civînê de rola pêkhateyên siyasî û civakî yên MSD`ê hate gotûbêjkirin, di krîstalkirina pirojeya niştimanî ya ku Meclis serkêşiya wê dike ji bo bidestxistina daxwazên gelê Sûriyê.

Beşdaran diyar kirin ku partî di nava encumenê de hêzên sereke yên çalak û rêxistinkirî ne û li kêleka xebatên civakî û sivîl ên girêdayî MSD’ê kar dikin, ji bo avakirina lihevhatineke niştimanî ya berfireh ku serdema stemkarî û terorê bi dawî bike û ji bo avakirina Sûriyeke piralî, demokratîk û nenavendî bixebite.

Partiyên MSD nerîn û pêşniyarên siyasî pêşkêş dikin ji bo nûjenkirina nexşeya ku Meclisê pejirandibû ji bo çareserkirina krîza Sûriyê û pêwîstiya pejirandina zimanekî berfireh ku naveroka pirojeya niştimanî wergerîne û piran deyenin bi hêzên curbicur ên niştimanî yên Sûriyê re li seranserê welat.

Civînê behsa rewşa peywendiyên Meclisê bi welatên cîran û herêmê re kir ji bo xizmetkirina pirsa Sûriyê û çareseriya wê li gor biryara navdewletî 2254, li kêlek aramkirina ewlehî û aramiya aborî û hewldana ji bo bidestxistina pêşketina berdewam li welat.

Di hevdîtinê de partiyan behsa pirsgirêkên rêxistinî kirin û pêşniyar hatin kirin ji bo nûjenkirina Meclisê, aktîvkirina rola partiyan û giringîdan bi pirs û projeyên niştîmanî yên ku ev partî bi wan re têdikoşin.

 

Follow Me