Di Civîna Meclisa Serokatiya Encûmena Sûriya Demokratîk, îro Sêşemê 28’ê Kanûna pêşîn, pêşhatên dosya Sûriyê di sala 2021an de hat gotûbêjkirin û li ser çareseriyên muhtemel ji bo çareseriyeke siyasî li wî welatî ku tê de daxwazên gelê Sûriyê piştî deh salan ji trajedî û êş pêk werin hatin nirxandin.
Partî, hêz, kesayetên siyasî û çalakiyên civakî yên ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk pêk tînin di civînê de beşdar bûn û dest bi xwendina kurtedîtina siyasî ya desteya rêveber kir; derbarê helwêstên “MSD” û riya ku ew dikişîne ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi rêya diyalog û danustandinan weke stratejiyeke bibandor ku bigihêje çareseriyeke berfireh li welat.
Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku “hewldanên cuda yên ku ji bo encamdana encaman hatine kirin hîna ne temam in û nikarin çareseriyeke siyasî bi dest bixin”, di civînê de lihevkirina Sûriyê û çarçeweya hewldanên hêzên opozisyona demokratîk; Pêvajoya siyasî, rûbirûbûna desthilatdarên zalim û veguhertina demokratîk esas digire.
Civînê encamên civîna Astana ya dawî red kir, ku tê de daxwaza Tirkiyê nû kir, bi lihevhatina hevparên wê (Îran û Rûsya) di daxuyaniya xwe ya dawî de, ku projeya Rêveberiya Xweser wek projeyek “cudaxwazî” nirxand, di dema ku civaka herêmî û navdewletî bi giringiya ezmûna Rêveberiya Xweser di parastina yekîtiya xaka Sûriyê û parastina destkeftiyên gelê Sûriyê de agahdar bûn.
Di civînê bi yekdengî li ser wê yekê hat destnîşankirin ku desthilatdarên Şamê berdewam in di reftarên xwe yên redkirinê ji her pêşniyarekê re ji bo derketina ji vê qeyranê, ji ber ku ew hîna jî ne guhdar in bi guhertineke demokratîk re, û ti pîvanên derveyî ferzkirina wan qebûl nakin, bilî desthilatdarî bi hêza maşîna leşkerî, dûrî hiqûqa navxweyî û navneteweyî.
Ew guh nade ti metirsiyek li ser serweriya dewleta Sûriyê û kontrolkirina aliyên herêmî li ser xakê, çi bi rêya dagîrkirina rasterast û çi bi rêya grûpên çekdar ên girêdayî hêzên herêmê.
Beşdaran dît ku êdî dosyaya Sûriyê ji civaka navdewletî û welatên xwedî bandor nemaye, û ti destpêşxerî li ber çavan nînin ji bo derbaskirina nakokiyên di dosya Sûriyê de, lewma Encûmena Sûriya Demokratîk berdewam e di civînên xwe de ligel aliyên cuda cuda yên navdewletî yên çalak di rewşa
a Sûriyê de.
Ji aliyekî din ve gengeşe di navbera Encûmena Sûriya Demokratîk û aliyên cuda yên opozîsyonê de li navxwe û derve berdewame. MSD ji bo formûlekirina nêzîkatiyeke niştîmanî û berfirehkirina bingeha lihevhatina aliyan, beşdarî civîna şêwrê ya opozisyona Niştîmanî ya Demokratîk bû, ku nîvê vê mehê li paytexta Swêd Stokholmê hat lidarxistin.
Ji aliyê xwecihî ve, di civînê de encamên rewşa aborî û azarên gelê Sûriyê ji ber têkçûna rewşa jiyanê li seranserî welat, û qeyranên aloz ên ku bûne beşek ji jiyana welatiyên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser di rêya berfirehkirina beşdariyê de, her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku alîkariyên mirovî li seranserê sînor bigihînin herêmên Rêveberiya Xweser û destekê bidin projeyên ji nûavakirina binesaziyê û projeyên pêşveçûnê.
Di dawiyê de mekanîzma rêxistinê hate nirxandin û banga aktîvkirina rola partiyan hate kirin û pêşniyarên ku rewşa rêxistinî hîn baştir bikin hatin kirin.