Êl û eşîrên sûrî yên ji herêma navîn (navîna Sûriyê); Piştgiriya xwe ji projeya niştimanî ya ku Meclisa Sûriya Demokratîk serkêşiya wê dike ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û giştîkirina modela Rêveberiya Xweser weke rêyeke rasteqîne ji bo derketina ji rewşa aloz a Sûriyê.
Rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk; Rûniştina diyalogê ligel şandeke şêx û rûspiyên êlên herêma navîn ji bo gotûbêjkirina rola êl û pêkhateyên civakî di çareserkirina kirîza Sûriyê de.
Şande ji mîr Paşa El-Başa mîrê eşîra El-Mewalî, Şêx Husên El-Necîb, şêxê Benî Xalid û Şêx Zayid Ebû El-Tûs, Şêxê eşîra Tirkan pêk dihat, ev eşîr li navçeyên navîn yên Hums, Hemayê û Palmîra, tevî Beyabana Sûriyê, û berfirehbûna wan li seranserî Sûriyê û welatên cîran hene, ku hinek ji wan digihên Kendava Erebî.
Mîrê Eşîra El-Mewalî Mîr Paşa El-Başa tekez kir ku rewşa niha pêwîstî bi hewldaneke ducar ji aliyê her kesî ve heye, “em weke eşîra El-Mewalî piştgiriyê didin hewildanên MSD û rêya çareseriyê ya ku ew li hundir û derve birêve dibe, ji ber vê yekê em hatine vir ji bo pêşxistina têkiliyan û danîna çêtirîn hewildan ji bo piştgiriya çareseriyê û gihîştina Sûriya nû ya demokratîk ku daxwazên gelê Sûriyê pêk tîne.
Mîr El-Beşa eşkere kir ku desthilatdariya Şamê di van dehsalên borî de êl paşguh kirin û ji qada giştî derneketiye û got, “Rêveberiya Xweser rê da êl, şêx û navdarên wan da ku rola xwe di parastinê de bilîzin, di warê ewlekarî, aştiya sivîl û jiyana hevbeş.”
Ji aliyên xwe ve her du şêxan Şêx Husên El-Necîb û Şêx Zayid Ebû El-Tûs bang kirin ji bo giştîkirina ezmûna Rêveberiya Xweser li ser tevahiya erdnîgariya Sûriyê û dana azadî û mafan û pêkanîna dadmendiya civakê, ku dê bi hezaran aware û penaber vegerin ser gund û malên xwe û aramiyê bi dest bixin.
Eşîrên herêma navîn, di destpêka vê mehê de li gundewarê Reqayê kombûneke êlan organîze kiribûn, û wan bi yekdengî li ser “bingehên niştimanî” li hev kiribûn, ku tê de:
– Yekitiya ax û gelê Sûriyê
– Piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo aramî û yekkirina ewlehiyê û QSDê bibe beşeke bingehîn ji artêşa Sûriyê ya xwestî ji bo rizgarkirina axa Sûriyê ya dagîrkirî.
– Parastina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî.
– Meclisa Sûriyeya Demokratîk di hemû qadan de nûnertiya me dike.
– Di hevdîtina xwe ya bi Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk re; Şanda şêxan ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û bidestxistina daxwazên gelê Sûriyê nêrîn û pêşniyar pêşkêş kirin.