Meclisa Sûriya Demokratîk îro Çarşemê 22ê Kanûna pêşîn di civînekê de ligel çalakvan, siyasetmedar û rewşenbîrên bajarê Dêra Zorê li rojhilatê Sûriyê, helwesta xwe derbarê mijarên niha yên girêdayî paşeroja herêmê û Sûriyê bi giştî eşkere kir û stratejiya xwe ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê ku li gor biryarên navdewletî ye diyar kir.
Berdevkê Meclisa Sûriya Demokratîk Emced Osman di sempozyûma diyalogê de dest bi axaftina xwe kir bi pêdaçûnekê li ser bûyerên kirîza Sûriyê û çawaniya navdewletîkirina kêşeya Sûriyê bi rêya konferansên navdewletî û nêzîkatiyên ku ji bo çareserkirina hatine pêşniyarkirin bê encam.
Berdevkê MSD`ê amaje bi wê yekê jî kir, ku çendîn fakter bûne sedem ku desthilata Şamê bawer bike ku ew serkevtî ye û bi giraniya karesata ku bi ser gelê Sûriyê de anî, eleqedar nebû û ew bijardeya leşkerî wek baştirîn çareserî dibîne.
Osman diyar kir ku rastî ji “tirsa derûnî” ya desthilatdariya Şamê û baweriya wê ya serketinê cuda ye û wiha got: “Rastî bi tevahî cuda ye. Ji ber ku bêyî çareseriya siyasî û serkeftina guhertina demokratîk, ti aliyek nikare bi ser bikeve, pirsgirêkên cidî hene .”
Li ser destpêşxeriyên danûstandinan bi desthilata Şamê re, berdevkê MSD got, “Her diyalog û danûstandin eger guhertina demokratîk a tê xwestin pêk neyê, em ê nebin beşek ji wê. Em ligel doza gelê Sûriyê ne û gihîştina daxwazên wan”
Tekez kir ku berpirsê yekem ê rewşa welat, stemkarî û sîstema navendî ye û nepejirandina ti çareserî û bijardeyên din ji bilî bijardeya leşkerî, ku têkçûna xwe îsbat kiriye.
Berdevk herwiha got ku lihevkirinên li herêmê tên pêşkêşkirin dorvegereke li dor çareseriyên siyasî ye ku divê rûbirû bibin û ezmûna lihevkirinan li Deraayê têkçûna xwe îsbat kiriye û nikare bibe şûna diyaloga cidî.
Û bal kişande ser wê yekê ku rêkeftina welatên çalak û destwerdana di dosya Sûriyê de, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Rûsyayê, faktoreke giring e ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û amaje bi berdewamiya peywendiya wan bi Waşinton û Moskoyê re kir, ji bo peydakirina nerîneke yekgirtî ku dawî li şerê Sûriyê bîne.
Li ser rêya yekgirtina nêrînên opozîsyona demokratîk, Berdevkê MSD`ê got ku wan gavên girîng di vî warî de avêtine û civîna şêwrê ya li paytexta Swêd Stokholmê yek ji encamên şêwirên Meclisa Sûriyeya Demokratîk bû li gel hêz û kesayetiyên sûrî piştî rêz hevdîtin û komxebatan li hundir û derveyî welat, ev yek nîşan dide ku lawazbûn û perçebûna opozisyonê, aliyê din bi hêztir kir.
Osman amaje bi wê yekê jî kir, ku MSDê berî niha bi hêzên opozisyona Sûriyê re lihevhatin û civînên hevbeş encam dabûn, ku di Tebaxa 2020an de bi Partiya Îradeya Gel re rêkeftinek hat îmzekirin û bi Desteya Hevrêziya Niştimanî re civîn û diyalog hebûn.
Wî berdewam kir, “Projeya MSD nûneratiya destpêşxeriya niştimanî dike ku kar dike ji bo çareseriyeke berfireh ji kirîza Sûriyê re, hemû pirsgirêkên nasnameya taybet derbas dike û kar dike ji bo avakirina modelekê ji bo Sûriyeya pêşerojê.”
Osman bal kişand ser sîstema nenavendî û amaje bi wê yekê kir ku ew ne ji karê xelkên bakur û rojhilatê Sûriyê ye, her çend ew vê pêşniyarê qebûl dikin, ji ber ku di makezagona Sûriyê ya sala 1950î de madeyên nenavendîbûna siyasî û aborî ku daxwazên gel ji bo vê pêşniyara ku xizmeta pêşveçûn û pêşketina welêt dike hebûn.
Herwiha beşdarbûyan ji pêkhateyên siyasî û çandî yên Dêra Zorê dewlemendî dan Sempozyûm bi nêrîn û pêşniyarên xwe, ku MSD`ê rêze komxebatên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wê lidar dixe, û komxebata Dêrezorê ya heftemîn e, piştî Cezîrê, Reqa, Minbic û Kobanê.