Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD civîna salane li dar dixe ji bo nirxandina encamên kongireya “Nişteciyên Cezîrê û Firatê”

Îro Şemiyê 18’ê Kanûna pêşîn, Meclisa Sûriya Demokratîk bi beşdariya siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvanên sivîl û berpirsên Rêveberiya Xweser, civîneke salane ji bo nirxandina encamên kongireya “Nişteciyên Cezîrê û Firatê” li bajarê Reqayê lidar xist.

Di destpêka civînê de, behsa pêşhatên siyasî û pêşkêşkirina rêya “MSD”ê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê hate kirin û Seroka Meclisa Rêveber Îlham Ehmed ragihand ku “MSD” bi awayekî berçav girt, pêngavên diyalogê yên îsal yek ji encamên kongireya “Nişteciyên Cezîrê û Firatê” û pêşxistina diyalogê ye, ku dawîn civîna Swêdê bû, ku armanca wê lidarxistina konferansa giştî ya kesayetî û hêzên demokrat e. .

Wê her wiha got, “MSD di civaka navdewletî de xwedî giraniyeke siyasî ye û li gorî biryarên navdewletî tevdigere, ku di serî de biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî ye.”

Derbarê guftûgo û hevdîtina bi desthilata Şamê re, seroka Meclisa Rêvebir ya MSD’ê amaje kir ku ev rê nayê wateya rewakirinê û wiha got: “Diyaloga bi Şamê re nayê wateya qanûnîkirina wê, lê belê pêşkêşkirina wê di lêgerîna me de ya çareseriya li Sûriyê.”

Ehmed bal kişand ser kêmbûna eleqeya navneteweyî ji dosyaya Sûriyê re û wiha got: “Me di hevdîtinên xwe yên bi welatên çalak re dît, ku dosyaya Sûriyê pêşengiya bala navneteweyî berdaye û dosya ji siyasî veguheriye dosyayeke mirovî.”

Alîkariyên mirovî di deriyê Şamê û Bab El-Hewa re derbas dibin, di heman dema ku dergehê Til Koçer (El-Yerubiyê) ku bi standardên dualî tê dîtin û derbaskirina alîkariyên navdewletî ji bo herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hate girtin, li gor nerîna desthilatdaran li Şamê ye, û ev yek wekhev nayê dîtin.

Ehmed destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwediyê pêkhateyên çareseriyê ne û ji bo serkeftina pêvajoya siyasî dikarin pêvajoyeke rast bi rê ve bibin. Wê herwiha got, “Xala lihevhatina navneteweyî cemidandina pevçûnên li hemû herêman e û rêbaza Komîteya Destûrê bi rewşa heyî re li hev nake. Çareserkirina krîzê bêyî hawîrdora herêmê ne pêkan e.”

Derbarê pêşhatên rewşa deverê de, xanim Elham amaje bi wê yekê jî kir, ku em çavdêriya geşedanên welatên cîran dikin, çi kirîza lîreyê Tirkiyê, Îran û Lubnanê, lê ya herî berçav jî Îraq e û hewla ji nûve avakirina DAIŞê ye.

Têkildarî rêya pêşxistin û nûjenkirina Rêveberiya Xweser Ehmed got ku MSD’ê ji bo modela rêveberiya xweser bi pêş ve biçe û bingeha beşdariya civakê berfireh bike, diyaloga xwe bi hemû pêkhate û beşên civakê yên herêmê re didomîne.

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer jî axivî û got: “MSDê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çend hevdîtinên diyaloga Sûrî lidar xistin û Konferansa Hêzên Demokratîk hat lidarxistin û hewlên me hene ku bi gelê Sûriyeyê re bi hemû awayî têkiliyê deynin.” li hemû parêzgehan.”

Di xala duyemîn de jî raporên xebatên ku di çarçoveya pêşniyarên konferansê de hatine kirin, nirxandin û tê de endamê Komîteya Şopandinê Lorens El-Borsan raporek li ser xebatên xwe xwend û raporên tevaya xebatên Rêveberiya Xweser ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebdulhamid El-Mehbeş hat xwendin û amadebûyan bi tevlîbûnêb xwe ji bo pêşxistina van kar û baran tê kirin, pêşniyarên bêtir kirin ji bi bicîkirina yên mayî jî kirin.

 

Add comment