Îro Çarşemê endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Sîhanok Dîbo li navenda Çandê ya bajarê Reqayê semînerek pêşkêş kir; Li pêş girseya rewşenbîr, nivîskar û şêniyên herêma Reqqayê di bin navê “Ereb û Kurd… hevgirtin an nakokiyên geşedanên di qada siyasî de”.
Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê di destpêka axaftina xwe de pêşhateyên rewşa Sûriyê nirxand û got: “Krîza Sûriyê nîşaneyeke girîng a qeyranên herêmê ye û tekez dike ku ew krîzeke pêkhatî, zanînî û piştre jî siyasî ye.”
Dîbo bal kişand ku rewşa navendîbûnê ya ku welat westandiye, neçar e ku alternatîfek ku li gorî guhêrbarên rewşa Sûriyê pêk tê û veguherîna demokratîk pêk bîne, peyda bike û got: “MSD dê nebe aliyek ji vejandina desthilatdariya navendî ya sitemkar, ne jî cihêbûna ji Sûriyê û ne jî vegera ji Rêveberiya Xweser.”
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “bingeha hevkêşeya çareseriya li Sûriyeyê di Rêveberiya Xweser de ye, ji aliyekî ve bûye sembola têkoşîna li dijî terorê û ji aliyê pratîkî ve jî pêkanîna biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî ye.”
Derbarê diruşma semînerê de, Dîbo eşkere kir ku Rojhilata Navîn komeke neteweyên bi hev re dijîn, ne neteweyên şerker in û got: “Serdemên herî xweş ên ku li herêmê derbas bûne, ew bû ku yê Kurd li kêleka birayê xwe yê Ereb û hemûyan bû. Di jiyana hevbeş a ku em li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, ev jî di nava hevahengiya hevgirtin û nakokiyan de ye.”
Endamê Meclisa Serokatiyê bal kişand ser xebatên MSD’ê yên ji bo vekirina deriyên mirovî û nehiştina 5 milyon kesî ji wan û wiha got: “Pirsgirêkên herî metirsîdar siyasîkirina mijarên mirovî ji aliyê welatên çalak û girtina deriyên dergehan.”
Wî da zanîn ku MSDê danûstandinên xwe bi hemû aliyan re berdewam dike û bi Amerîka, Rûsya û welatên erebî û ewropî re dicive ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê ku berjewendiyên gelê Sûriyê pêk bîne, di nav de Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Aşûrî.
Di axaftinê de gelek pirs û tevlîbûn hatin pêşkêşkirin, amaje kirin bi têkiliyeke bêhempa di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û bilind nirxandin, ku ezmûnan îsbat kiriye ku aştiya sivîl û beşdariya civakê li herêmê serdest e, dikare bibe mînakek ji bo paşeroja Sûriyê.
Add comment