Li ser vexwendina Komîteya Amadekar a Konferansa “Hêz û Kesayetiyên Demokratîk” û bi hevkariya Weqfa “Olf Palma ya Navdewletî” îro Duşemê 13ê Kanûna pêşîn li paytexta Swêd Stokholmê civîneke şêwirmendiyê li dar xist, sernavê wê “Civîna Şêwrê ya Hêz û Kesayetiyên Demokrat: Pêwîstî, Îmkan û Hêvî” ku nûnerên partî û kesayetiyên sûrî li hev civiyan; bo gotûbêjkirina mekanîzmayên avakirina opozîsyona demokratîk û avakirina lihevhatineke niştimanî ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê.
Di civîna şêwrê de berpirsê dosyaya Sûriyê li Wezareta Derve ya Swêdê Pîr Oranus û berpirsê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Swêdê Kinis Forşlod jî amade bûn.
Hevdîtîn bi xêrhatina Komîteya Amadekar a Konferansa “Hêz û Kesayetiyên Demokratîk” dest pê kir û piştre Seroka Navenda Olf Palma ya Navdewletî (saziya Swêdê ya ji bo demokrasî, mafên mirovan û aştiyê dixebite) Ana Sondstorm axivî , û tê de tekezî li ser giringiya lidarxistina civînên bi vî rengî ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li Sûriyê kir.
Civîn dê du rojan berdewam bike, roja yekem 3 rûniştin pêk hatin. Ya yekem bi sernavê “Xwendineke Siyasî ji Rewşa Sûriyê” bû, beşdaran tekezî li ser giringiya lihevkirina Sûriyê û xwedîderketina li biryara wan kirin ku bi destên Sûriyan ber bi çareseriyeke berfireh ji kirîza Sûriyê re biçin.
Di rûniştina duyemîn de bi sernavê “Xwendin di rewşa Opozîsyona Sûriyê de”; Beşdaran encamên rewşa opozîsyona Sûriyê û sedemên têkçûna wê ji pêşkêşkirina model û pirojeyeke niştimanî ya yekgirtî bi beşdariya hemû gelê Sûriyê heta niha gotûbêj kirin.
Di rûniştina sêyem de “îmkan û şensên li pêş opozîsyona Sûriyê” hat gotûbêjkirin, û ew derfet ji aliyên opozisyona Sûriyê re ji bo hevdîtinan û avakirina çarçoveyeke berfireh ji hêzên Sûriyê re, ji bo bidawîkirina yekdestdariyê û vekirî be ji bo bicihkirina hemû gelê Sûriyê.
Di gotûbêjên vê civînê de seroka Meclisa Rêvebir ya Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed amaje kir ku “Sûrî li benda çirûskeke hêviyê ne di demekê de ku desthilata Şamê cemaweriya xwe ji dest daye. Hemû şert û merc jî Li Sûriyê li hemû herêman ber bi projeyek demokratîk ve bimeşin amade ne.”
Ji aliyê xwe ve hevserokê Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Omer daxwaz kir ku divê Hemû gelê Sûriyê ji rewşa siyasî û aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûd werbigirin.
Komîteya Amadekar ji bo konferansa “Hêz û Kesayetiyên Demokratîk” piştî şeş komxebatên li paytext û bajarên Ewropayê ku ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk ve hatibûn organîzekirin derket holê, ku berî wê jî sê hevdîtinên diyalogê li hundirê Sûriyê di salên (2018-2019-2020) de hatin lidarxistin, tê de jimareke berfireh ji hêzên Sûrî bi nasnameyên xwe yên cihêreng civiyan, ji bo ku lihevhatinekê encam bidin ber bi çareseriya kirîzê û pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê.