Meclîsa Sûriya Demokratîk

Wezareta Derve ya Finlendayê û «MSD» li ser pêvajoya siyasî ya Sûriyê gotûbêj dikin

Wezîrê Derve yê Finlendayê birêz Pekka Havisto duh şemiyê pêşwaziya şandeke Meclisa Sûriya Demokratîk li avahiya Wezareta Derve ya paytexta wê Helsînkî kir û tê de behsa rêkarên çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê û gelek dosyayên dualî kirin.

Şanda “MSD”ê ji Seroka meclisa rêveber Îlham Ehmed, û Hevserokê Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk dihat.

Di civînê de çawaniya pêşdebirina proseya siyasî û bidestxistina pêşketinan di pêvajoya çareserkirina kirîza Sûriyê de li gorî biryarên navdewletî û rola Komara Finlendayê di vî warî de hate gotûbêjkirin.


Dosya mirovî û derbaskirina alîkariyan beşek giring ji civîna Wezareta Derve ya Finlendayê ligel MSD girt, tê de Wezîrê Derve tekezî li ser giringiya gihandina alîkariyên mirovî bo navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê li ser sînor û xetan kir û tekez kir ku divê li ser tevaya erdnîgariya Sûriyeyê alîkariya berfireh were belavkirin.

Di nava dosyayên ku her du aliyan li ser nîqaşkirin ev in; Dosya kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û metirsiya wan li ser jiyana xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qutkirina avê ji ser zêdetirî milyonek kesî û qutkirina ava çemê Firatê. Wezîr Havisto tekez kir ku pêwîst e Neteweyên Yekbûyî di vê dosyayê de tevbigere.

Di berdewamiya nirxandina her du aliyan de li ser modela rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê, Wezîrê Derve yê Finlendayê kêfxweşiya welatê xwe diyar kir ji pêşketinên ku li vê beşê Sûriyê bi dest xistine, bi taybetî di warê vebûna ji rola jinan re, hêzdarkirin û beşdarbûna wan a berfireh di hemû waran de.

Di civîna ku “MSD” li Wezareta Karên Derve ya Finlendayê hat lidarxistin de, sektora perwerdeyê û bernameyên hînkirinê di Rêveberiya Xweser de cihê nîqaşê wergirt, ku tê de rêyên xebatê li ser pêşxistina sektora perwerdeyê li bakur û rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin, ber bi naskirina fermî ya bernameyan ku ji aliyê saziyên navneteweyî yên têkildarî perwerdeyê ve hatine pejirandin.

 

Ligel Wezareta Derve; şanda MSD’ê bi Nûnerê Taybet ê Finlendayê balyoz Yosî Taner û gelek wekîl, siyasetmedar û saziyên Finlendayê re hevdîtin pêk anî.

Komara Finlendayê yek ji wan welatan e ku di dosya têkoşîna li dijî terorê de, guhdana wê dike û çareserkerina encamên wêz herwiha bi piştgirîkirina aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re eleqedar e, ku berî niha şandeke Wezareta Derve bi serokatiya şander Yosî Taner serdana herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kiribû, di Kanûna pêşîn ya 2020’an de, û ligel MSD û berpirsên Desteya Têkiliyên Derve ya rêveberiya xweser re civiya.

Follow Me