Şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi Wezîra Derve ya Swêdê An Lêndî re civiya û şandeya MSD ji hevserokê wê Riyad Dirar, û seroka Meclisa Rêvebir Îlham Ehmed û cîgira hevserokatiyê Mejdelîn Hesen pêk dihat.
Civîn li paytexta Swêd Stokholmê pêk hat, ji bo guftûgokirina riyên piştgiriya opozîsyona Sûriyê ya demokratîk û dîtina mekanîzmekê ji bo gihîştina nexşerêyekê ku bigihêje proseyeke siyasî ya berfirehtir li Sûriyê.
Herwiha çend mijarên girêdayî rewşa mirovî û aborî li Sûriyê bi giştî û bakurê rojhilatê Sûriyê bi taybetî hatin gotûbêjkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Amadekar a Konferansa Hêz û Kesayetiyên Demokratîk yên Sûrî doza civîneke şêwrê li paytexta Swêdê Stockholmê kir ku di bin navê:
“Hevdîtina hêz û kesayetên demokratîk; pêwîstî, îmkan û hêvî » Di herdû rojên 13-14’ê Kanûna pêşîn ya îsal de.