Partî û rêxistinên siyasî yên girêdayî Meclisa Sûriya Demokratîk îro Çarşemê şeşemîn salvegera damezrandina Meclisê li bajarê Helebê, bibîr anîn, bi armanca ronîkirina pêvajoya MSD û destkeft û nêrînên wê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.
Di destpêka civînê de armanca avakirina meclîsê, xebatên wê yên herî girîng û destkeftiyên salên borî, xebatên meclîsê yên di qonaxa dawî de û tevlîbûna aktîf a jinan hate nirxandin.
Endamê Meclisa Serokatiya MSDê Mirî El-Şiblî derbarê kirîza Sûriyê de axivî û diyar kir ku ew krîzeke kûr e, krîzeke civakî, siyasî û aborî di hemû astan de ye, û ev yek jî nîşaneya rasterast a şerê li Sûriyê û li dijî wê ye.
Wî got jî ku hevsengiyên leşkerî û siyasî li Sûriyê êdî ne wek berê ne, Meclisa Sûriya Demokratîk û ligel wê jî Rêveberiya Xweser gavên mezin avêtine di avakirina bingehên rêveberiyê de ji bo ku bikaribe rûbirûyê nakokiyan bibe. kêşeyên ku pê re rû bi rû ne, ne tenê li ser asta navxweyî, lê bi rêya gihandina vekirineke navdewletî, avakirina peywendiyên dîplomatîk û siyasî yên giştgir, da ku bibe beşek ji hevkêşeyên çareserkirina kirîza Sûriyê.
Derbarê peywendiyên dîplomatîk de, endama Meclisa Serokatiya MSD Fehîma Hemo got ku Meclisa Sûriya Demokratîk roleke sereke û girîng di danîna peywendiyên dîplomatîk ên hevseng de bi gelek hêzên ku di kirîza Sûriyê de xwedî roleke çalak in lîst, weke Amerîka, Misir, Rûsya û çend welatên Ewropayê, giraniya wê ya siyasî ji bo gelek hêzên navneteweyî û herêmî, herwiha ji bo opozisiyona niştîmanî bûye cihê balkêşiyê.
Hemo amaje bi wê yekê jî kir ku armanca Meclisa Sûriya Demokratîk bidawîkirina rewşa stemkarî û navendîbûnê ye, pêkanîna guhertineke demokratîk a berfireh û çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryarên navdewletî ku di serî de biryara Konseya Ewlekariyê ya jimare 2254 û hemû biryarên navnetewî yèn girêdayî wê, û avakirina Sûriyê li gor sîstemeke nenavendî ya ku bi destûreke lihevhatî bê garantîkirin ku daxwazên gelê Sûriyê pêk tîne.
Di dawiyê de, gotûbêj di navbera amadebûyan de çêbû li ser giringiya beşdarkirina Meclisa Sûriya Demokratîk di proseya siyasî de û bidestxistina armancên gelê Sûriyê di dewleteke piralî demokrat û nenavendî de û pêwîstiya yekrêziya aliyên Sûriyê li dijî destwerdanên derve hatin kirin, bi taybet dagirkeriya Tirk û tekezî li ser ezmûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ew baştirîn çare ye ji bo sûriya pêşerojê.