Meclîsa Sûriya Demokratîk

Kobanî.. “MSD” şeşemîn semînera diyalogê li bakur û rojhilatê Sûriyê li dar dixe

Îro Sêşemê 7’ê Kanûna Yekem, Meclisa Sûriya Demokratîk li bajarê Kobanî semînareke diyalogê bi diruşmeya “Rewşenbîr û Asoyên Çareseriya Siyasî li Sûriyê” lidar xist û hejmareke berfereh ji rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û rûspiyên herêmê beşdar bûn, ku bi geşedanên siyasî û perspektîfa çareseriya siyasî li Sûriyê re mijûl bû.

Di warê siyasî de, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer behsa dawî pêşhatên siyasî, pêşhatên aloziya li welat û rola MSDê di rêya çareseriya siyasî de kir.

Omer di dirêjahiya axaftina xwe de ji rewşenbîrên Kobanî re, amaje bi gefên Tirkiyê yên li ser ewlehî û aramiya herêmê kir û got, hewlên Tirkiyê rastî nerazîbûna navdewletî hat, ji ber wê jî Tirkiyê firokeyên bê firokevan ji bo armanckirina navçeyê bikar tîne.

Wê berdewam kir, “Gefên Tirkiyê ji aliyê gelek aliyan ve hat bikaranîn, di nav wan de desthilatdariya Şamê, bi belavkirina gotegotên radestkirina deveran.”

Derbarê serdanên derve yên Meclisa Sûriya Demokratîk de, Omer got, “Însiyatîfa Rûsî hat ji bo destpêkirina diyalogê bi desthilata Şamê re, û ew erênî ye eger Rûsiya zextê bike ji bo gihîştina çareseriyê li Sûriyê.”

“Ev serdan beşeke ji stratejiya MSD’ê ya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî, ku bi rêya diyalogê dikare hemû pirsgirêkên heyî çareser bike.”

Hevserok MSD herwiha di sempozyûmê de li ser diyaloga kurdî-kurdî jî got, “Em bi diyaloga kurdî-kurdî ve girêdayî ne, ji ber ku xizmeta aramiya herêmê dike” û destnîşan kir ku destwerdanên herêmê û tundiya leşkerî ji aliyê Tirkiyê û yên din girêdayî navbeynkarê Amerîkî ye, ku heta niha rêgirî kir li pêş jinûve destpêkirina diyalogê.

Omer herwiha got, “Em tekezî li ser pêwîstiya diyaloga Sûrî-Sûrî dikin û em amade ne ji bo diyalogê ligel aliyên ku dixwazin aloziyê bi dawî bikin.” Bi riya hevdîtinên ku Meclisa Sûriya Demokratîk roleke girîng tê de dilîze, ji bo yekkirina refên opozisiyonê û lidarxistina kongireya hêz û kesayetiyên dîmokrat.

Derbarê rewşa navxweyî de jî wê got ku ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser û saziyan, piştgirîkirina herêman û pêşxistina helwesta rêveberiyê li hundir û derve de hewlên mezin hene, wê reşpelika hevpeymaniya civakî arasteyî komîteya berfireh bibe ,di demeke nêz de, piştre em ê dest bi amadekariya hilbijartinan bikin.”

Omer destnîşan kir ku mijara mirovî, têkoşîna li dijî terorê, binpêkirinên berdewam, piştgirîkirina Rêveberiya Xweser, vekirina projeyan, dûrxistina herêmê ji dorpêçên Qeyser û piştgirîkirina projeyên geşepêdanê mijarên girîng in û ji bo nêzîkkirina nêrînan hewceyî zêdetirî hewldan û hevdîtinan in, ku çareseriya aloziya Sûriyê di destê Sûriyan de be.

Derbarê xala duyem de, ji aliyê Merwa Dirê’î, ji bajarê Kobanî ve, hat pêşkêşkirin û tê de behsa rewşenbîrî, rola wî û bandora wî li ser jiyan û rewşa siyasî kir, ku amadebûyan bi berfirehî behsa wê kir.

Di çarçoveya rêze semînarên Meclisa Sûriya Demokratîk de, semînera Kobanî şeşemîn e ku ji aliyê Meclisa Sûriyê ji bo Rewşenbîran ve tê lidarxistin, ji bo wergirtina nêrîn û pêşniyarên ku paşê lêkolînan bikin ji bo bidawîkirina qeyranê.

Follow Me