Meclîsa Sûriya Demokratîk

Êl û eşîrên sûrî li ser “bingehên niştîmanî” li hev dikin û bang li MSD dikin ku nûnertiya wan bike

Eşîr û êlên sûrî ji hundirê Sûriyê û Reqayê li ser komek bingehên niştimanî li hev kirin ku kar û xebatên xwe bi rê ve bibin, û ew yekdengî ne di navkirina Meclisa Sûriya Demokrat de; Ji bo nûnertiya wan di hevdîtin û civînên têkildarî pirsa Sûriyê de, çi li hundirê welêt û çi li derve.

Li ser vexwandina fermî ya şêxê eşîra Benî Xalid, Şêx Husên El-Necîb, li gundê El-Xalidiyê yê gundewarê rojavayê bajarê Reqayê, ku ji eşîrên (El-Efadla,
El- Naîm, El-Weldah, Şemer, Eniza, Dulaîm, El-Mewalî, Meclt eşîrên Tedmur û Badiya û El-Hedîdîn, Amour-El-igêdat), pêk dihat, civîneke êlan hate lidarxistin, bi amadebûna şandeyên MSD, HSD û eşîrên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Hevdîtin bi axaftina vekirinê ya Şêx Huseyin El-Necîb, şêxê Benî Xalid; Bi xêrhatina hemû beşdaran, serkirdeyên leşkerî û siyasî û êl û eşîrên Ereban kir.

Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Sabit El-Cewher axaftinek kir û tê de spasiya êl û êşîrên ku ev hevdîtin organîze kirine kir û li ser nêrîna MSD û projeya wê ya siyasî axivî.

El-Cewher amaje bi kêşeyên li ser herêmê û projeya Meclisa Sûriya Demokratîk kir û amaje bi wê yekê kir ku projeya MSD berfereh e û ji bo tevahiya erdnîgariya Sûriyê û pêkhateyên wê kar dike û ne tenê li bakur û rojhilatê Sûriyê ye, û tiştê heta niha bûye bi saya fedekariya kur û keçên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatiye bidestxistin, ew ji bo gelê Sûriyê bi giştî destkeftiyeke rasteqîn e.

Êl û eşîrên Sûriyê, sedemên têkçûna rêyên çareseriyê, bi berjewendiyên dijber ên hêzên navneteweyî û herêmî ji aliyekê ve, û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi armanckirina herêmên Sûriyê bi balafirên keşfê û guhertina demografiya herêmê ji aliyekî din ve.

Organîzatorên hevdîtinê rola Rûsya bi desthilatên Şamê re ji bo berfirehkirina kontrola xwe ya leşkerî li ser erdnîgariya Sûriyê û belavkirina milîsan li hundirê Sûriyê şermezar kirin.

Şêx û rûspiyên êl û eşîrên sûrî, bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û Komkara Erebî kirin “ji bo rawestandina hemû kiryaran û binpêkirinan, bidawîkirina hemû şêweyên dagîrkeriyê, û cîbicîkirina biryarên Netewên Yekbûyî ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ku ewlekarî û aramiyê ji hemû Sûriyê re misoger dike”.

Hevdîtin bi daxwiyaniya dawî ya ku tê de lihevkirina êl û eşîrên li hundirê Sûriyê, bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê Şêx Ayid El-Hadî ji êla El-Afadila ve hate pêşkêşkirin, bi dawî bû, tê de gelek bingehên niştîmanî destnîşan kir:

-Yekitiya ax û gelê Sûriyê
-Piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo aramî û bicîkirina ewlehiyê û QSDê bibe beşeke bingehîn ji artêşa Sûriyê ya xwestî ji bo rizgarkirina axa Sûriyê ya dagîrkirî. -Parastina jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî.
– Meclisa Sûriyeya Demokratîk di hemû qadan de nûnertiya me dike.
Eşîr û êlên Sûriyê beşeke giring ji civaka Sûriyê ne, Meclisa Sûriya Demokratîk giringiyeke mezin da rola wan di parastina pêkhateya Sûriyê û aştiya civakî de, û kurên wan di nav refên QSDê de beşdar bûn di rizgarkirina Herêmên Sûriyê ji terorê û Parastina wê ji dijminan.

Follow Me