Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD: Ji bo radestkirina ti herêmekê danûstandin çênabe, lê em li çareseriyeke siyasî ya berfireh digerin

Cîgirê Serokê Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Elî Rahmûn di komxebata diyalogê ya ku MSD’ê li bajarê Minbicê yê rojhilatê Helebê, li dar xist de, got: wê danûstendin bi hikûmeta navendî ya Şamê re neyê kirin ji bo radestkirina herêman yan çareseriyên lihevhatinê li herêmên din yên Sûriyê têkçûna wê tekez bû.

Îro Şemiyê 4’ê Kanûna yekem, Meclisa Sûriyeya Demokratîk pêncemîn semînar ji rêze komxebatên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixe, bi beşdariya komek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û kesayetiyên herêmê lidar xist.

Di xala yekem de, ku behsa geşedanên dawî yên rewşa siyasî bû, Cîgirê Serokê Meclisa Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk axivî, ji rewşenbîrên Minbicê re behsa nêrîna MSD ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê kir, ku li ser bingeha biryara 2254 û bi beşdariya hemû gelê Sûriyê ye.

Rehmûn gotegotên derbarê vekişîna ji hin herêmên Sûriyê di berjewendiya hikûmeta navendî ya Şamê de red kir û bal kişand ser wê yekê ku “bê garantiyên navdewletî û li gorî biryara 2254 ti danûstandin û diyalog bi Şamê re nîne”.

Wî di berdewamiya axaftina xwe de got: “MSD serî li ber fermanên saziyên navdewletî nade, lê li gorî rêgezên niştimanî kar dike ku berjewendiyên gelê Sûriyê diparêze û gihîştina lihevkirinekê ku rê li ber çareseriyeke berfireh li welat vedike.”

Rehmûn eşkere kir ew hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û tevgerên dîplomatîk ên ku li paytextên navdewletî dike ji bo vegerandina dosya Sûriyê û doza gelê wê û danîna wê li ser maseyê ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê û çareseriyeke berfireh ku daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne, bibîne.

Û wî got jî: “Em hewl didin ku desteyek siyasî ya bibandor hebe ku hemû Sûriyan tê de beşdar bibin, ji bo bidawîkirina yekdestdariyê û cudaxwaziyê û derketina ji girêdayîbûna bi welatên ku çareseriya Sûrî-Sûrî asteng dikin.”

Li ser rêya yekgirtina refên opozîsyona demokratîk Rehmûn got, “Em bi aliyên opozîsyona demokratîk re hevdîtinan dikin û di vê rêyê de ji bo avakirina lihevhatineke neteweyî ku çareseriyeke berfireh li ser were avakirin, me gavên pêşketî avêtin.”

Endamê Meclisa Serokatiyê li MSD’ê Sabit El-Cewher diyar kir ku ew di Meclisa Sûriyeya Demokratîk de hewl didin bi lidarxistin û birêxistinkirina van semîneran, ji bo guhdarî bikin û nêrînên hemû pêkhate û komên civakê binêrin, da ku bigihêjin nêrîn û pêşniyarên ku xizmeta berjewendiya giştî dikin.

Meclisa Sûriya Demokratîk 4 komxebatên diyalogê berê li (Hesekê – Qamişlo – Dêrek û Reqa) lidar xistin, ji bilî semînera îro li Minbicê, biryar e ku semînerên bi vî rengî li hemû herêmên Bakurê Rojhilatê Sûriyê lidar bixe.

Follow Me