Nûneratiya Meclisa Sûriya Demokratîk li Waşinton, roja Înê 3’ê Kanûna Yekem pêşwaziya cîgirê şanderê nû yê Amerîka bo Sûriyê, Matyo Pîril kir, ku vê dawiyê hatibû destnîşan kirin, ligel yê berî xwe Devîd Bronştayin, û bi nûneratiya MSD re behsa rewşa Sûriyê kir, herwiha geşedanên dawî û rêyên çareserkirina kirîza Sûriyê.
Di pêşwaziya wan de, nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk li Waşinton Sînem Mihemed û endamê Meclisa Serokatiya MSD li Amerîka Besam Îshaq.
Cîgirê şanderê nû yê Amerîka bi “MSD” re, genedşe kir li ser pêşketinên dosyaya Sûriyê û mijarên têkoşîna li dijî terorê û bicîkirina aramiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Herwiha nûnera MSD`ê Sînem Mihemed, axivî li ser gefên Tirkiyê û astengkirina hewlên çareserkirina kirîza Sûriyê bi berdewamiya dagirkirina navçeyên berfireh ên Bakurê Sûriyê û piştgiriya wê ji komên tundrew ên radîkal re.
Di civînê de rewşa aborî ya herêmê û hewlên Waşinton ji bo bidestxistina geşepêdana aborî û aramiyê li navçeyên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hevpeymaniya navdewletî ji destê DAIŞê rizgar kirine, hatin gotûbêjkirin.
Ev serdan yekem e ji bo cîgirê şanderê nû yê Amerîka Matyo Pîril, di destpêka karê xwe de di nav tîma Wezareta Derve ya Amerîka de li ser dosya Sûriyê, li şûna Dêvîd Bronştayin, ku di Mijdara 2020’an de dest bi erkê xwe kiribû.