Meclîsa Sûriya Demokratîk

Hesekê.. semînereke diyalogê “MSD” û komek ji rewşenbîr û nivîskaran tîne cem hev

Îro Meclisa Sûriya Demokratîk li bajarê Hesekê yê bakur û rojhilatê Sûriyê sempozyûmeke diyalogê bi sernavê “rola rewşenbîran di parastina civakê de” li Baxçeyê Xwendinê lidar xist, ji bo gotûbêjkirina kêşeyên siyasî û aborî ku civak astengiyan jê dikşîne û sedemên pêşketina di aliyên siyasî û çandî de.

Di sempozyûmê de gelek nivîskar, hunermend û rewşenbîrên bajarê Hesekê beşdar bûn, sempozyûm li ser du xalan hat dabeşkirin, di ya yekem de behsa geşedanên siyasî hat kirin û di xala duyem de jî rola pêkhateyên civakê di pêşketin û pêşvebirina wê de hat kirin.

Xala yekem bi axaftina endamê Meclisa Serokatiyê û Nivîsgeha Têkiliyên MSD, Sabit El-Cewher dest pê kir û tê de ronahî xiste ser pêşhatên qada siyasî û hevahengiya guhertinên herêmî û navdewletî di qada Sûriyê de.

El-Cewher amadebûna Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo diyalog û danustandinan li ser bingehên saxlem ku rê li ber çareseriyên di xizmeta daxwazên gelê Sûriyê de bin, dubare kir, û got ku nêrîna MSD bi hemû welatparêzên Sûriyê û opozisyona demoqratîk re ku kar ji bo Sûriye û gelê wê dike.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Nivîsîngeha Rêxistinî di Meclisa Sûriya Demokratîk de Ebdulqadir Miwehed axivî li ser rewşa herêmê, rola rewşenbîran, gengazên tevlêbûneke pratîkî û mekanîzmayên piştgirîkirina beşên cuda yên civakê û sûdwergirtinê ji enerjiyên rewşenbîran di pêşketin û pêşvebirina civakê de û bidestxistina geşepêdanê.

Ebdulqadir Miwehed destnîşan kir ku li herêmê gelek xeletî hene û bi aktîvkirina rola rewşenbîran dê ev hemû xeletî kêm bibin, û got jî: “Pêwîste em hemû civaka xwe bi tiştên ku jê bawer dike, perwerde, hişyar û xebatê bikin ku civaka me bibe dergûşa nifşên pêşkeftî yên rewşenbîrî û exlaqî.

Di dawiyê de gotûbêj hat vekirin û amadebûyan tekez kirin ku divê rewşenbîr di dîtinên xwe de bêalî û serbixwe be, bi baweriya xelkê kar bike, ne alîgirê hin aliyan be, ji bo ku pêbawertir û rastir û bêtir nûnerê gel be.

Rewşenbîran banga aktîvkirina diyalogê di navbera hemû pêkhateyên gel de kir, bi diyaloga di navbera wan de; ku bi rêya diyalogê pêşketin û geşbûn pêk tê.

Di dawiya sempozyûmê de rewşenbîrên kombûyî bal kişandin ser pêwîstiya pêşxistina çanda herêmê û sûdwergirtina ji çanda Rojava û pêşxistina çanda pêkvejiyanê û pêwîstiya rewşenbîran bi lîstina rastgiriyê ji hin têgehan û çareserkirina ramanên neyînî di civakê de.

Follow Me