Roja şemiyê 19’ê Mijdarê, Meclisa Sûriya Demokratîk civîneke hevrêzî bi amadebûna serkirdeyên Meclisa Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk li dar xist. Civîna ku bi serokatiya Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdilmehbaş pêk hat, girîngtirîn mijarên stratejîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û kêşeyên li ser herêmê di hemû astan de rû bi rû ne, çareserî ji bo pêşxistina rola saziyên di nava her sê aliyan de hatin nirxandin.
Di kurtedîtina ku ji aliyê seroka Meclisa Rêvebir a MSD Îlham Ehmed ve hat pêşkêşkirin de, girîngtirîn pêşhatên siyasî yên girêdayî dosya Sûriyê, di nav de kar û civînên meclisê di qonaxa dawî de, ligel parvekirina mijarên sereke yên meclisê û rê û rêbazên ku bi rêya wan kar dike ku bi dosyaya Sûriyê re dimeşe, û bi hemû aliyan re kar dike ji bo vekirina kenalên danûstendinê û bihêzkirina rola bakurê rojhilatê Sûriyê di çareseriya Sûriyê de.
Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî di axaftina xwe de bal kişand ser kêşeyên ewlehî û leşkerî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet gefên Tirkiyê yên vê dawiyê û provakasyonên wê yên berdewam li ser xeta sînorî û xeta kêmkirina şer, herwiha armanckirina sivîlan ji hewayî û bejayî, ku rê li ber şaneyên DAIŞ’ê vedike ku çalakiyên xwe zêde bikin.
Herwiha tekez kir li ser giringiya pabendbûna bi rêkeftinên navdewletî û herêmî yên bi aliyên cuda re, ku ya herî girîng jî rêkeftina kêmkirina rageşiyê ye, ligel berdewamiya proseya şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û şaneyên wê yên çalak û berdewam şerê li dijî ramanên tundrew û xebateke hevbeş û berdewam ligel aktorên navdewletî, hevpeymaniya navdewletî û Federasyona Rûsyayê ji bo gihiştina çareseriyeke berfireh ji kirîza Sûriyê re, li gorî pêwîstiyên aliyên siyasî û civakî yên gelê Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebdilmehbaş di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ku rêveberiyê ji aliyê aktorên çalak di dosyaya Sûriyê de dîtiye û amaje kir bi pêwîstiya pêşvebirina Rêveberiya Xweser ji bo pêşxistina pêkhateya wê ya îdarî û yasayî, dabînkirina karînên pêwîst û karkirina li ser pirojeyên geşepêdan û aborî ji bo ku bikare di qonaxa bê de rola xwe bilîze û ligel dayîna roleke berçav ji dosyaya mirovahî û sektorên xizmetguzarî û perwerdeyê.
Di hevdîtinê de rola nerênî ya desthilata Şamê jî hate gotûbêjkirin, bi pêdagiriya wê li ser çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî zihniyet û reftarên wê ku ji rewşa xirab a gelê Sûriyê sûd werdigire, ji bo berfirehkirina bandora xwe û pêkanîna prosedurên lihevhatinê yên bê pîvanên niştîmanî.
Gotûbêj di navbera aliyan de hat kirin li ser pêwîstiya her sê saziyan ji bo lîstina rola xwe di warê bihêzkirina nasnameya sûrî de, û xebata bi civînên hevrêziyê yên demkî ji bo derbaskirina zehmetiyan û derbaskirina astengiyên li pêşiya pirosesa pêşketinê, pêkanîna ewlehiyê û pêkanîna aramiyê li hemû deveran li bakur û rojhilatê Sûriyê û xurtkirina karê komîteyên hevbeş û desteyên hevbeş di warê şopandina mijarên derketine pêş, û berdewamkirina xebatên îdarî, siyasî û leşkerî heta pêkanîna ewlehî û aramiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê û çareserkirina kirîza sûriyê bi awayekî ku xwestek û daxwazên gelê Sûriyê pêk bîne.
Di civînê de fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, endamên Desteya Serokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Serokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk amade bûn.