Meclîsa Sûriya Demokratîk

Li ser vexwendineke fermî.. “MSD” li Mosko ye ji bo gotûbêjkirina pirsa Sûriyê û pêwendiyên dualî

Bi vexwendineke fermî ji Wezareta Derve ya Rûsyayê; Şandeke Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser îro Sêşemê 23’ê Mijdarê serdana Moskoyê kir û li gel Wezîrê Derve yê wî welatî birêz Sêrgî Lavrov, Cîgirê wî ji bo karûbarên Rojhilata Navîn Mîxayîl Bogdanov û hejmarek ji berpirsên pile bilind yên dosya Sûriyê di Wezareta Derve ya Rûsyayê de civiya, û di civînê de awayên çareserkirina kirîza Sûriyê û dosyayên dualî yên balkêş ji bo herdu aliyan hatin gotûbêjkirin, ji bo pêşxistina çareseriya Sûriyê bi giştî.

Şanda MSD’ê ji Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, Endamê Meclisa Serokatiyê Sîhanok Dîbo û Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê, pêk dihat, ligel Cîgirê Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Igêt, nûnerê Rêveberiya Xweser li Moskoyê Reşad Bênaf û nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Moskoyê Ebdulselam Elî.

Atmosfereke erênî di civînê de peyda bû, herdu aliyan rewşa Sûriyê bi giştî û awayên dîtina çareseriyeke berfireh ji dosya Sûriyê re li ser bingeha biryara 2254 ya Konseya Ewlekariya Navdewletî û hemû dosyayên girêdayî bi başkirina rewşa mirovî li Sûriyê gotûbêj kirin.

Civîn li ser gelek xalên hevbeş rawestiya, ku giringtirîn ji wan, diyaloga Sûrî-Sûrî û piştgirî û palpiştiya Moskoyê ji diyalogê di navbera “MSD” û deshilatdariya Şamê.

Herwiha herdu aliyan behsa pêwîstiya karkirina bi cidî ji bo beşdariya “MSD” di pirosesa siyasî de û nûneratiya wê bi awayekî hevseng di riyên navdewletî de weke aliyekî sereke û çalak di qada Sûriyê de.

Ev serdana duyem e îsal, ji ber ku Wezareta Derve ya Rûsyayê Îlona borî pêşwaziya MSD kir û Rûsya di Tebaxa 2020’an de jî pêşwaziya şandeke MSD kiribû.

Herdu alî xwedî hin nerînên hevbeş in di warê kêmkirina rageşiyê, avakirina aramiyê û dîtina çareseriyeke berfireh ji pirsgirêka Sûriyeyê.

Follow Me