Meclîsa Sûriya Demokratîk

Semînereke çandî li ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê

Bi serperiştiya Meclisa Sûriya Demokratîk de û li ser bingeha girîniya meclisê ji bo rawestana li ber têkoşîna rizgarîxwaziyê û şopandina pêngava cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan. Di bin dirûşma “Têkoşîna li dijî tundî û dagirkeriyê” Îro Nivîsgeha Jinê bi amadebûna kesayetî û şandeyên rêveberiyên xweser û meclîsên xwecihî û rêveberiyên herêmî û nûnerên partî û saziyên siyasî li herêmê, semînereke wêjeyî ya wêjevan û nivîskar Mariya El-Ecêlî li navenda meclîsê ya bajarê Reqayê lidarxist.

Mamoste, semînerbêj û nivîskar Mariya El-Ecêlî, axivî li ser “jina sûrî ya ku ji kevnariyê heta îro êş kişandiye, tevî hin rûpelên geş di dîrokê de, piştrast dike ku hin jin nêrîna kêm a ku mêran li wan dinihêrin,
guherînin, wek Hetşepsût, Zenobiya û El-Xensa.”

El-Ecîlî da zanîn ku krîza Sûriyê tundiya li ser jinan berdewam kiriye û aliyên din ên vê tundiyê xuya kir weke pêla koçberkirin, destavêtin, derbederî û vegerandina serdema tarî ku ji aliyê DAIŞê ve tê dîtin, derxistiye holê. Wê amaje kir bi serjimêriyèn bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya sala 2020.

Tundiya li ser jinan gelek diyardeyên wê hene wek şîdeta malbatî, fîzîkî, zayendî û civakî heye û diyardeyên wê yên devkî, derûnî, aborî û siyasî ne. Li gorî El-Ecêlî, “Min di semînerê de bal kişand ser metirsiyên penaberiyê û tundiya aborî û civakî, wek zewaca di temenbiçûk de, û bilindbûna rêjeya berdanê ji %13 berî krîzê bû %46 di sala 2020 de.”

Zilam ji semînerê û cewherê beşdariyê û nerîn û lêpirsînên beşdariyê bêpar neman, ku bi riya wan, nivîskarê komek çareserî pêşxist ku ji malbat, civak, rêxistinên civaka sivîl û saziyên rêveberiya xweser hewildanên hevgirtî hewce dike da ku pêşketina perwerdehî, çandî û rastiya aborî ya jinan bide pêş, da ku ev “jin bibe binesaziya avakirina civakeke pêşketî û şaristanî.”

Ji aliyê xwe ve endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya navenda Reqayê Zulêxa Ebdî diyar kir ku dirûşma “Têkoşîna ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê” li ser esasê wê yekê ye ku hîn li Sûriyeyê tundî û dagirkerî heye. ku sempozyûmê encamên cidî derxist.

Wê her wiha got, “Divê em bi hişmendiya jin û mêr ji bo avakirina civakeke demokratîk a piralî bixebitin û bi vê hişmendiyê em karibin bigihêjin çareseriyeke siyasî ku em Sûriyeyê bi awayekî demokratîk û nenavendî ava bikin.”

Ji aliyê xwe ve jî, endama Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk Rîm Îdrîs jî got, “Pêwîste mêr beşdarî semînerên wiha yên diyalogê bibin û ne tenê xwe bispêrin hişyariya jinan ji bo gihiştina çareseriyeke ku hemû aliyan razî bike.”

Herwiha Rêveberê Komeleya Mala Geşepêdanê ya Sûriyê Elî Kerbo jî kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna van çalakiyên wiha anî ziman û got, “Di ronahiya derketina me ya ji şert û mercên xirab ên tarî de, lê bi semînerên bi vî rengî, jinên bakurê rojhilatê Sûriyeyê wê bibin ronahiyek ji bo welatên Ereb û Cîhanê.”

Add comment

Highlight option

Turn on the "highlight" option for any widget, to get an alternative styling like this. You can change the colors for highlighted widgets in the theme options. See more examples below.

Instagram

Instagram has returned empty data. Please authorize your Instagram account in the plugin settings .

Advertisement

Small ads

Flickr

  • À corps et à cris
  • Trois branches
  • Evening
  • Emma 03
  • Emma 04
  • Emma 04
  • Emma 03
  • Emma
  • Emma 01

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.

ThemeForest