Meclîsa Sûriya Demokratîk

Nûneratiya MSD li Waşintonê semînereke diyalogê onlayin li ser gefên Tirkiyê organîze dike

Nûneratiya Meclisa Sûriya Demokratîk li Amerîka, roja Înê 19 Mijdarê, bi beşdariya siyasetmedar, lêkolîner û rojnamevanan, semînareke diyalogê ya onlayin(bi rêya Înternetê) lidar xist.

Semîner ji aliyê Tara Cob, peyamnêra sereke ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê, bi beşdariya Blêz Meztal, cîgirê serokê Enstîtuya Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê, û Ambrîn Zeman, peyamnêrê sereke yê Al-Monîtor hat lidarxistin.

Nûnera MSD li Waşinton Sînem Muhemed sempozyûm vekir û spasiya beşdar, çavdêr û guhdaran kir û rewşa heyî ronî kir û bal kişand ser gefên berdewam yên Tirkiyê, ji wan bombebarankirina firokeyên bê firokevan û gefên ji nû ve dagirkirinê li ser herêmên Rêveberiya Xweser.

Wê bal kişand ku ev kiryar xizmeta hewlên xwecihî û navdewletî nakin ji bo rûbirûbûna terorê, û şerê li dijî DAIŞê têkdibe, û nearamiyê û azarên gelê Sûriyê zêde dike, lewma dîtina çareseriyek ji aloziyê re giring e.

Rojnameger Ambrîn Zeman ku herî dawî ji serdana xwe ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegeriya, têkildarî Tirkiyê ku lidijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şerekî mayînde de ye, axivî, û qutbûna avê û bombebarana balafirên keşfê tirseke berdewam li nav şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkir û rê nade jîngeheke aram û saxlem ku mirov tê de bijîn.

Wê herwiha behsa çawaniya şerê li dijî DAIŞê kir û got, divê operasyonên dije-terorê bi awayekî yekgirtî bin û ji aliyê aborî ve neyê paşguhkirin ji bo piştgirîkirina aramiyê û çêkirina jîngeheke ewle.

Wê behsa kêşeyên li ser herêmên Rêveberiya Xweser, di warê aborî û tendirustiyê de û herwiha gefên berdewam ên Tirkiyê kir. Wê anî ziman ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşketinên berbiçav dibînin û got, “Her dema ku ez diçim herêmên Rêveberiya Xweser, pêşketineke rast dibînim, li wir berê xwe didin saziyan û dema ku em bi kesên ku ne alîgirê Yekîneyên Parastina Gel bûn, Wan got ku bê guman ew li wê deverê ji her deverên din li Sûriyê xwe ewletir hîs dikin.”


Blêz Meztal jî got ku Tirkiyê bi salan e li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk şerekî qirkirinê dide û li hemû Sûriye, Tirkiye û Iraqê belav dibe. Wî amaje kir bi wê yekê ku aramiya herêma Sûriyê pêwîstî bi aliyên aborî û siyasî heye, ne tenê aliyên leşkerî. Wî bal kişand ser wê yekê ku Amerîka dikare rewşa asmanî bişopîne daku rê li ber bombebarankirina hevkarên xwe bigire û bizavên xwe hemaheng bike ji bo rêgirtin li her dengek li ser erdê.

Di sempozyûmê de gelek tevlîbûn û vekolînên cuda ji bo nirxandina rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê û siyaseta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê derbarê rewşa Sûriyê bi giştî hat kirin.

Add comment

Highlight option

Turn on the "highlight" option for any widget, to get an alternative styling like this. You can change the colors for highlighted widgets in the theme options. See more examples below.

Instagram

Instagram has returned empty data. Please authorize your Instagram account in the plugin settings .

Advertisement

Small ads

Flickr

  • À corps et à cris
  • Trois branches
  • Evening
  • Emma 03
  • Emma 04
  • Emma 04
  • Emma 03
  • Emma
  • Emma 01

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.

ThemeForest