Meclîsa Sûriya Demokratîk

Reqa.. “MSD” çaremîn semînera diyalogê li bakur û rojhilatê Sûriyê lidar dixe

Îro Sêşemê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Reqayê semînareke diyalogê bi amadebûn û beşdariya zêdetirî 100 rewşenbîr û kesayetiyên civakî û siyasî, di bin diruşmeya “Rewşenbîr û Asoyên Çareseriya Siyasî li Sûriyê.”

Sempozyûm(komxebata diyalogê), li ser du xalan hat dabeşkirin, di beşa yekem de pêşhatên rewşa siyasî û pêşveçûnên li meydana Sûriyê li gor pêşhatên herêmî û navdewletî hatin gotûbêjkirin û di xala duyem de jî rola rewşenbîrê Sûriyê di çareserkirina kirîza Sûriyê de hat gotûbêjkirin.

Li ser geşedanên siyasî; Seroka Meclisa Rêveber a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed têkildarî tevgera siyasî ya li qada Sûriyeyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybetî axivî.

Ehmed got ku rewşa Sûriyê pêwîstî bi lêgerîna çareseriyên cidî heye ji ber xirabûna rewşa mirovî û zêdebûna hejmara penaxwazan, ku fişareke navdewletî ye di demekê de ku piraniya welatan rastî qeyranan tên ji ber belavbûna nexweşiya koronayê.

Wê axaftina xwe berdewam kir li ser diyaloga di navbera aliyên sûrî de, bi taybetî di navbera desthilata navendî ya Şamê û Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê welat de, û da zanîn ku tişta ku heya niha bûye, nikare weke diyalog û danûstandinan were binavkirin ji ber sedema heman zihniyeta ku rêjîm bi krîza Sûriyê re mijûl dibe.

Wê got jî ku mentiqê “serketî”, ku Şam bawer dike ku bi dest xistiye, nikare bibe sedema çareseriyên cidî, tevî ku desthilata Şamê qebûl dike ku ne mumkin e ku vegere berî 2011 û axaftina wê ya li ser nenavendiyê, lê di vê riyê de tiştekî nû tune ye.

Di demekê de ku desthilatên Şamê ber bi navendê vekişiyan, nişteciyên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê parastina herêmên xwe hilbijartin, û têkbirina rêxistina terorîst a herî bi hêz, û avakirina projeyek hevpariyê ku cudahî û cihêkariyê di navbera nişteciyên wê de red dike, û Xebata pêkhateyên herêmê ji Ereb, Kurd, Suryan, Aşûrî û yên din ji bo avakirina nasnameya niştimanî ya Sûriyê ya berfireh.

Li ser gefên Tirkiyê, wê got ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk van gavan bi ciddî dibîne, daxuyanî û gefên Tirkiyê di destpêkê de dijî rêkeftinên agirbestê yên di Cotmeha 2019’an de bi aliyên navdewletî re hatine îmzekirin û ji aliyekî din ve jî ligel yasayên navdewletî ne guncaw e.

Wê got jî ku Hêzên Sûriya Demokratîk û pêkhateyên herêmê rê nadin tiştên ku di sala 2019’an de di dema êrişa Tirkiyê li ser bajarên Serê Kaniyê û Til Ebyedê de qewimîn, ku herêmê zehmetî dikşand ji ber encamên têkçûna DAIŞê, dubare bibin.

Ji aliyeke din ve Ehmed got ku welatên çalak li Sûriyê bi serkêşiya Amerîka û Rûsyayê naxwazin zêdetir alozî û guhertina nexşeya kontrolê çêbibe.

Herwiha seroka Meclisa Rêvebir ya MSD`ê ronî avêt ser hemû pêşhatên siyasî û meydanî û agahdariyek berfireh li ser rewşa Sûriyê û nêrîna Meclisa Sûriyeya Demokratîk û riya wê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê pêşkêş kir, ji ber ku ew hevbendî bi berjewendiyên gelê Sûriyê re ye û xwestekên wan ji bo avakirina Sûriyeke nûjen li ser bingehên dad, wekhevî û azadiyê li welatekî ku ewlehî û aramî li gor sîstema nenavendî ya demokratîk serdest be.

Beşa duyemîn a sempozyûmê li ser rola rewşenbîr û nêrîna wî ya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bû, û çawaniya beşdarbûna di avakirina civakekê de ku tûşî qeyranên aloz bûye û gelek ji hêmanên civakeke saxlem ji dest dane.

Ev sempozyûm weke çaremîn semînera ku MSD`ê bi hevkariya çalakiyên çandî û civakî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê li dar xist, sê ji wan li herêmên Cezîra Sûriyê (Hisiça – Qamişlo – Dêrik) hatin lidarxistin, di heyama du mehên derbasbûyî û semînerên din jî li herêmên din ên Rêveberiya Xweser têne lidarxistin.

Add comment

Highlight option

Turn on the "highlight" option for any widget, to get an alternative styling like this. You can change the colors for highlighted widgets in the theme options. See more examples below.

Instagram

Instagram has returned empty data. Please authorize your Instagram account in the plugin settings .

Advertisement

Small ads

Flickr

  • À corps et à cris
  • Trois branches
  • Evening
  • Emma 03
  • Emma 04
  • Emma 04
  • Emma 03
  • Emma
  • Emma 01

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.

ThemeForest