Duh, Çarşemê, bajarê Reqayê çaremîn salvegera rizgarkirina xwe ji terora DAIŞê li Meydana Stadyuma Reş di hundirê bajêr de pîroz kir.
Aheng ji aliyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ve hat organîzekirin, ku hejmarek serkirdeyên Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jinê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên ewlekariya navxweyî, rûspî, şêxên eşîran, malbatên şehîdan û hejmareke mezin ji xelkê beşdar bûn.
Merasîm desrpêkir bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan û toraneke leşkerî ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê ve nîşandan û axaftin hatin kirin ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê, Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Kombûna Jinên Zenobiya, tê de wan bixêrhatina amadebûyan kir û behsa qurbanîdana şehîdan hate kirin ji bo têkbirina tundtirîn cureyên terorê û hewildanên ji bo nûavakirina bajêr û veguhertina wî ji wêraniyê bo avakirinê û ji tarîtiyê bo ronahiyê bilind nirxand.
Aheng bi dayîna mertalên rûmetê ji bo hin saziyên sivîl, civakî û leşkerî bi dawî bû û di nav de stranên şahiyê û beşên dîlanê yên ku ji aliyê gel ve bi boneya pîrozkirina ve helkeftê hatibûn lidarxistin, bi dawî bû.