Meclîsa Sûriya Demokratîk

Şanderê Taybet ê Brîtanyayê ji bo Sûriyê li Qamişlo bi rayedarên Rêveberiya Xweser re dicive

Roja Duşemê, Desteya Têkiliyên Derve di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşwazî li Şanderê Taybet ê Brîtanyayê ji bo Sûriyê, birêz Jonasan Hargrîves kir, ku tê de geşedanên dawîn ên krîza Sûriyê û mijarên têkoşîna li dijî terorê û çareserkirina bandorên wê gotûbêj kirin.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve di Rêveberiya Xweser de, Dr. Ebdulkerîm Omer, pêşwaziya birêz Hargrîves û şanda pê re li navenda desteyê li Qamişlo, bakurê rojhilatê Sûriyê kir.

Her du aliyan dosyeya krîza Sûriyê û encamên mirovî yên ku ji komkujiya Sûriyê derketin, mijarên têkoşîna li dijî terorê û rola Keyaniya Yekbûyî gotûbêj kirin.

Rayedarê Brîtanî got ku “şerê li Sûriyê yek ji tundtirîn şerên dîroka mirovahiya nûjen e” û destnîşan kir ku “Brîtanya pabend e ku hemî berpirsyarên ku tawan kirine siza bike, û di şerê li dijî DAIŞê de berdewam be û alîkariyê bide lawazan.

Wî herwiha pesnê rola Hêzên Sûriya Demokratîk di têkbirina terorê de da, û di heman demê de gefa cidî ya ku şaneyên DAIŞ berdewam dikin li herêma ku wan li bakur û rojhilatê Sûriyê ji dest daye.

Wî wiha dewam kir, “şiyanên serbazî, darayî û pratîkî yên DAIŞê bi saya hewlên ku hatine kirin kêm bûye, lê dîsa jî ew xetereyek rasteqîn li Sûriyê, Iraqê û li her derê çêdike, ji ber vê yekê hevpeymaniya navdewletî pabend e bi jinavbirina DAIŞê bi awayekî giştî û herdemî.”

Hargrîves piştgiriya Brîtanyayê ji bo herêmên ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatine rizgarkirin û alîkariya civakên ku ji terorê mexdûr bûne bike ku ji encamên şer û terorê bi temamî rizgar bibin.

Di heman çarçoveyê de, şanderê Brîtanî dilsoziya welatê xwe ji bo darizandina sûcdaran ji bo dadgehê diyar kir, digel xebata ji bo dîtina çareseriyek siyasî ji qeyranê li seranserê Sûriyê li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya 2254, ji bo pêkanîna aştî û aramiya mayînde li Sûriye.

Ji aliyê xwe ve, hevserokê Desteya Têkiliyên Derve Dr. Ebdulkerîm Omer balkişand ser pêwîstiya beşdariya nûnerên Rêveberiya Xweser di proseya siyasî de.

Derbarê kampên malbatên DAIŞê de, Omer got, “Li kamp û zindanan bi sedan zarok hene ku hewcedariya wan bi ji nûve perwerdekirin heye.” , û diyar kir ku Navenda El-Hûrî, yek ji ezmûnên serkeftî bû, ji ber vê yekê ewê 15 navendin din wekî Navenda El-Hûrî vekin da ku ji derketina nifşekî nû yê terorîst bi zihniyet û hişmendiyek radîkal dûr bikevin. “

Şandeya Brîtanî, Li gorî belgeya fermî ya radestkirinê ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Keyaniya Yekbûyî de, sê zarokên Brîtanî yên ji malbatên rêxistina terorîst a DAIŞê wergirt.

Add comment

Highlight option

Turn on the "highlight" option for any widget, to get an alternative styling like this. You can change the colors for highlighted widgets in the theme options. See more examples below.

Instagram

Instagram has returned empty data. Please authorize your Instagram account in the plugin settings .

Advertisement

Small ads

Flickr

  • À corps et à cris
  • Trois branches
  • Evening
  • Emma 03
  • Emma 04
  • Emma 04
  • Emma 03
  • Emma
  • Emma 01

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.

ThemeForest