Meclîsa Sûriya Demokratîk

Wezareta Derve ya Swêdê ligel komîteya amadekar a “Konferansa Hêz û Kesayetên Demokratik” dicive

Berpirsê dosyaya Sûriyê li Wezareta Derve ya Swêdê, birêz Piyêr Oranos, bi şandeya Komîteya Amadekar a “Konferansa Hêz û Kesayetên Demokratîk” re, li paytextê Stokholmê, civiya û dosyeya Sûriyê û hewldanên komîteyê ji bo lidarxistina konferanseke berfireh ji hêz, pêkhatî û kesayetên Sûrî yên Demokratîk.

Şandeya Komîteya Amadekar ji Koordînatorê Komîteyê, birêz Husam Mîro, û Sekretera Komîteyê, Xanim Majdolîn Hesen, digel endamê Komîteya Amadekar, birêz Elî Rehmûn, û birêz Jad AlKerîm Cebai, endamê komîteya berfireh ya Komîteyê pêk hat.

Şandeya Komîteya Amadekar ji Wezareta Derve ya Swêdê re, dîtina organîzatorên vê konferansê û girîngiya pêşdeçûna di vê rê de destnîşankir, ji ber ku ew encama diyalogên bi tevahî Sûrî ye.

Di heman demê de, komîteyê girîngiya rola Padîşahiya Swêdê di piştgirî û sponsoriya vê konferansê û serfiraziya wê de destnîşan kir.

Hevdîtina ku li baregeha Wezareta Derve ya Swêdê pêk hat, erênî û çêker bû û hikûmeta Swêdê piştgirî da vê rêçê.

Komîteya Amadekar a “Konferansa Hêz û Kesayetên Demokratîk” li Brukselê piştî lidarxistina şeş komxebatên diyalogê; ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk ew li paytext û bajarên Ewropayê bi hêz, pêkhate û kesayetiyên Sûriyê re saz kiribû.

Komîteyê heya niha reşnivîsa belgeyên konferansê temam kiriye û ji bo beşdarî konferansê bibe bi gelek hêz û kesayetiyan re ketiye têkiliyê.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk “MSD” sêzdeh forûmên diyalogê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê temam kiribûn, ku tê de gelek hêzên niştîmanî yên demokratîk ji herêmên cuda yên Sûriyê di salên 2018-2019-2020 de beşdar bûn, û herwiha şeş komxebatên diyalogê li Ewrûpayê di çarçoweya diyaloga Sûrî – Sûrî de ya ku ji hêla MSD ve hatibû pêşkêş kirin da ku lihevkirinek niştimanî ya berfireh ava bike ku rewşa perçebûnê bi dawî dike û rê li ber çareseriya krîza Sûriyê vedike.

Add comment