Meclîsa Sûriya Demokratîk

Waşinton.. şandeya MSD bi endamên payebilind ên Kongrêsê re çend hevdîtinan pêk tîne

Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk li paytexta Amerîka Waşinton, bi endam û nûnerên navdar ên Kongrêsa Amerîkî re civiya, da ku dosya Sûriyê û mijarên têkoşîna li dijî terorê û aramiya li Sûriyê gotûbêj bikin.

Di vê çarçoveyê de, şandeya MSD bi Senator Krîstofer Van Holen ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Pîran, û Senator Liwîs Frankel ji Komîteya Pisporkirina Budceyê û endamê Kongrêsê Adem Smis, Serokê Komîteya Çekdariyê ya Meclisa Cîgiran (Kongresê) re civiya.

Hevdîtin erênî bûn, tê de şanda MSD û Rêveberiya Xweser, bi serokatiya Xanim Ilham Ehmed, seroka desteya rêvebir a Meclisa Sûriya Demokratîk, gotûbêjî kirin li ser Krîza Sûriyê ya giştî û girîngiya rola Amerîkayê di peydakirina çareseriyek berfireh a dosya Sûriyê de li gorî biryarên navdewletî, ku ya pêşîn biryara Konseya Ewlekariyê 2254 e.

Ji aliyê xwe ve, nûnerên Kongrêsa Amerîkayê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şerê wan li dijî terorê nû kirin, û tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya mayîndekirina hêzên welatê xwe li Sûriyê û hevkariya wan bi QSDê re kirin ta ku çareseriyeke siyasî ya domdar ji bo Sûriyê were dîtin.

Ev hevdîtin piştî hevdîtin û diyalogên şandeya MSD bi Wezareta Derve ya Amerîka û rayedarên Koşka Spî re tê, ku Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser bi serdaneke fermî serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikin.

Add comment