Meclîsa Sûriya Demokratîk

Li ser vexwendineke fermî, Nivîsgeha Têkiliyan beşdarî konferansa salane ya Partiya Kareran ya Brîtanî dibe

Nûnerên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk beşdar bûn; di Konferansa giştî ya salane ya Partiya Karkeran ya Brîtanî, piştî ku wê vexwendnameyek fermî ji MSD re şand da ku beşdarî konferansa li paytextê London bibe.

Di konferansê de nûnerê Nivîsgeha Têkiliyan li Londonê, birêz Mesûd Gaso, tevî xanim Rûxweş Şêxo, nûnera jinan û Kongireya Star li Keyaniya Yekbûyî beşdar bûn.

Piştî konferansê, ku di navbera 25-29 Êlûnê de dom kir, nûnerên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk endamên Partiya Karkeran ya Brîtanî û parlementer vexwendin semînera diyalogê, ku her yek ji parlementeran, Navanda Mişra, Liwîd Rusel Moyle û Sîmon Dobînz, ji bilî kesayetiyên gelemper û kesên ku bi pirsa Sûriyê re eleqedar dibin beşdarbûn.

Di diyalogê de, birêz Gaso behsa nerîna Meclisa Sûriyeya Demokratîk ji bo çareserkirina krîza li welatê xwe, Sûriyê kir, û hewlên wê ji bo komkirina gotina Sûriyan û gihiştina çareseriyeke dawîn û giştgîr ku hemû aliyên Sûriyê razî bike.

Nûnerê MSD; Wêneya rewşa şert û mercên trajîk ên ku gelê Sûriyê piştî dehsalekê ji destpêka kirîzê pê re dijî, di nav tunebûna nîşanên rastîn ên çareseriyê de di pêşerojek nêzîk de.

Gaso herwiha behsa fedekariyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir ji bo têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞ piştî “Şerê Baxozê” li gundewarê Dêra Zorê di Adara 2019an de, bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî.

Nûnerê ofîsa MSD li Londonê bal kişand ser rola neyînî ya Tirkiyê di şerê wan ê li dijî terorê de, ji ber ku ew ji aliyekî ve derbasbûna cîhadîstan ji sînorên wê bo Sûriyê hêsan kir, û herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Til Ebyed ji alîyê din ve dagirkir.

 

Wî wiha dewam kir, “Tirkiyê li herêmên ku dagir kir operasyonên qirkirina etnîkî pêk anî û bi zanebûn mafên mirovan û qanûnên navneteweyî binpê kir.”

Gaso bang li Keyaniya Yekbûyî kir ku alîkariya herêmê bike, bi mîlyonan kesên ku ji ber dorpêç û belavbûna nexweşiya Covid-19 êşê dikişînin, rizgar bike, û bixebite da ku alîkariyên xwarinê û tenduristiyê peyda bike, herwiha alîkariya herêma ku binesaziya wê zirar dîtiye ji encama tekoşîna li dijî terorê, û xebata ji bo nûavakirina dibistan û avahiyên perwerdehiyê bike.

Di dawiya axaftina xwe de, nûnerê MSD di konferansê de spas kir li Endam û serkirdayetiya Partiya Karkeran a Brîtanî ji bo vexwendina Meclisa Sûriyeya Demokratîk û pîrozbahî da serkeftina konferansa giştî ya salane.

Partiya Karkeran a Brîtanî yek ji mezintirîn partiyên siyasî yên Keyaniya Yekbûyî ye, ku bi Partiya Muhafezekaran re, ya ku niha serokatiya hikûmetê dike, pêşbaziyê dike.

Add comment