Meclîsa Sûriya Demokratîk

Tevger û partiyên siyasî daxwaza vekirina “dergeha Sêmalka” ya bi Herêma Kurdistanê re dikin

Partî û tevgerên siyasî yên Sûriyê daxwaz kirin; ji desthilatdarên Herêma Kurdistana Iraqê careke din deriyê Sêmalka yê sînorî vekin û biryara girtina wê paşde vedigerînin, ku ji ber dorpêçkirina nedadperwerane li ser navçeyên Rêveberiya Xweser, yek ji girîngtirîn dergehên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tê dîtin.

Partî û tevgerên îmzekerên daxuyaniyê diyar kirin ku “Girtina vê dergehê di van şert û mercên hestiyar û dijwar de êşa mirovî ya Sûriyê zêdetir dike” di demekê de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber encamên rûbirûbûna Koronayê zehmetiyan dikşînin, û amaje bi wê yekê jî kir ku, herêm hîn jî rastî gefên terorîstan û zextên leşkerî, ewlekarî û aborî tê, ji aliyên herêmî yên dijminatiya daxwazên gelê Sûriyê bo rûmetê û azadiyê dikin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku dergeh di serî de ji bo mebestên mirovahî dihat bikaranîn, “nexweşên bi penceşêrê û şert û mercên bêderman ên mîna şewitîn û nexweşiyên kronîk ên din”, û rêxistinên navdewletî yên têkildar bi karûbarên mirovî û alîkariyê ew ji bo pêşkêşkirina xizmetên xwe ji nişteciyên herêmê re bikar tanîn. Ji bilî wê yekê ew dergeh tekane girêdana niştecihên bakurê rojhilatê Sûriyê û xelkên wan li kampên penaberan li Herêma Kurdistanê bû, ew tekana deriyê wergirtina kelûpelên xwarinê yên sereke ji jiyana rojane ya herêmê.

Herwaha daxwaz ji berpirsên herêma Kurdistana Iraqê bo vekirina dergehê kir; Di daxuyaniyê de banga sivikkirina prosedurên burokratîk ku barekî zêde li ser welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, hat kirin û partiyan helwesta erênî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Herêma Kurdistanê li hember rewşa mirovî bi başî nirxand.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê hat kirin ku ji bo xizmetkirina prensîbên cîrantiya baş li biryarên xwe yên dawî binirxîne û ji bo “piştgiriya îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet” bixebite.

Herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, ji bilî nifûsa herêmê ku pênc milyon e; bi sed hezaran awareyên Sûriyê û bi dehan kampên awareyan hembêz dike, û ji ber girtina deriyên sînorî, nemaze deriyê sînorî yê Til koçer, ku di Çileya 2021ê de hat girtin, piştî ku Rûsya li dijî biryara dirêjkirina Konseya Ewlekariyê nerazî bû, rastî dorpêçeke nedadmendî tê.

Partî û tevgerên ku daxuyanî îmze kirine: – Koordînasyona Niştîmanî – Tevgera Guhertina Demokratîk
– Tevgera Çaksaziyê – Sûriye
Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê
– Tevgera Çaksaziya Sûriyê
Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê – Desthilata Niştîmanî ya Ereb
Tevgera Nûkirina Kurdistanê-Sûriye
Partiya Roj Demokrat a Kurd li Sûriyê
Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê – Partiya Muhafazakar
Partiya Yekîtiya Suryaniyan
– Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye Partiya Lihevhatina Demokrat a Kurdî ya Sûriyê
Partiya Sûriyeya Pêşerojê
Partiya Kesk a Demokratîk
Tevgera Pêşerojê ya Kurdistanê

Add comment

Highlight option

Turn on the "highlight" option for any widget, to get an alternative styling like this. You can change the colors for highlighted widgets in the theme options. See more examples below.

Instagram

Instagram has returned empty data. Please authorize your Instagram account in the plugin settings .

Advertisement

Small ads

Flickr

  • Prendre le temps suspendu à un clou
  • Nora
  • Eos
  • Loud (wall poster)
  • Petrified
  • Berliner scared by photography
  • More than a ball
  • Villa Aurora (street entry with Diana hunting (?)) houses the only surviving Caravaggio mural (1597).
  • les mégots

Social Widget

Collaboratively harness market-driven processes whereas resource-leveling internal or "organic" sources.

ThemeForest