Yasadarên Amerîkî piştgiriya welatê xwe ji bo rola Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriya Demokratîk di pêkanîna aramiyê de tekez kirin û hewlên wan ên berdewam ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryar û rewatiya navdewletî.
Şandeya MSD ji seroka Meclisa Rêvebir llham Ehmed û Dr. Xesan El-Yûsif, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrezorê, ligel hevseroka Meclîsa Rêveber a herêma Cezîrê, Nezîra Gewriyê û nûnera MSD li Waşinton, Sînem Mihemed û Basam Seqir, endamê Meclisa Serokatiyê.
Hevseroka Komîteya Jinan li Meclîsa Nûneran a Kongrêsê, Brenda Lorens, piştgiriya xwe ya tam ji Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re ragihand, û kêfxweşiya xwe ji rewşa pirrengî û lihevkirina di navbera pêkhateyên bakur û rojhilat de anî ziman, û got ku cihêrengiya şandê belgeya rêzgirtina vê herêmê ye ji pêkhateyên wê re.
Şandeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk li ser rêya ku ew ber bi çareserkirina krîza Sûriyê ve diçe bi diyalog û danûstandinan ji bo bicihanîna daxwazên gelê Sûriyê axivî. Herwiha balkişand ser binpêkirinên Tirkiyê li tevaya xaka Sûriyê û taybet li herêmê Efrîn SerêKaniyê, ku niştecihên wê koçber kirin û hovîtiyên zêdetir li wan kirin.
Ji aliyekî din ve, şanda MSD beşdarî civînekê bi Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkî ya girêdayî Wezareta Derve ya Amerîkî bû. Di civînê de serok û cîgirê Enstîtuyê, û şandek şareza yên pispor di karûbarên Sûriyê de beşdar bûn.
Biryar e ku şandeya MSD, hevdîtinên xwe li paytexta Amerîka Waşinton bi rayedaran re li ser pirsa Sûriyê û rêyên çareseriyê gotûbêj bike.