Meclîsa Sûriya Demokratîk

Şandek ji MSD û Rêveberiya Xweser serdana Moskoyê dike

Li ser vexwendineke fermî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê, îro şandek ji Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi serokatiya xanim Ilham Ehmed, bi nûnerên Wezareta Derve ya Rûsyayê bi serokatiya Mîxaîl Begdanov re hevdîtinek pêk anîn.

Civîn erênî bû, tê de tekezî li ser çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê li gorî biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî û pêwîstiya beşdariya MSD di pêvajoya siyasî de hat kirin, û binpêkirinên berdewam yên Enqerê li ser serweriya Sûriyê hatin gotûbêj kirin.

Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide ku bi aktorên cihêreng yên navnetewî re hevdîtinan pêk bîne, nemaze di pirsa Sûriyê de, bi mebesta lêgerîna derfetan ji bo bidawîkirina nakokiyê û destpêkirina qonaxeke veguhêz ber bi çareseriya siyasî ve ku divê bibe sedema aştiyek mayînde û aram.

Berê jî şanandek ji MSD bi serokatiya Xanim Ilham Ehmed di Êlûna sala borî de bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anîbû û ev civîn di çarçoveya hewlên Meclisa Sûriya Demokratîk de bû ji bo razîkirina Federasyona Rûsyayê bi girîngiya piştgiriya rikberiya nîştîmaniya demokratîk di hewildanên xwe yên ji bo yekkirina enerjiyan de û pêwîst dike ku Rûsyayê rolek sereke bilîze ber bihêzkirina qebûlkirina diyalogê li Sûriyê û destpêkirina gavên ciddî ber bi çareseriya siyasî.

Add comment