Meclîsa Sûriya Demokratîk

Nûnerên Koşka Spî ji şandeya “MSD” re: Em dimînin û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin

Rayedarên Koşka Spî ji şanda Meclisa Sûriya Demokratîk, ku li paytexta Amerîka, Waşintonê ye, tekez kirin; Li ser pabendbûna rêvebiriya Serok Jo Biden ji bo hevkariya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re û mayîna hêzên welatê wan li herêmê heya jinavbirina dawî ya rêxistina terorîst a DAIŞ û bermahiyên wê û piştgiriya aramiya herêmê.

Di civîna ku roja Înê li Koşka Spî pêk hat de, şandeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk bi nûnerên bilind yên rêveberiya Amerîkî li Koşka Spî kom bûn, aliyê Amerîkî piştgiriya welatê xwe ji Meclisa Sûriya Demokratîk û hêzên leşkerî ( QSD) li herêmên (Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê) re ragihand, ku MSD nûnertiya hevpeymaneke siyasî dike. Bi awayekî berfireh li ser asta Sûriyê. Çend mijarên girîng yên girêdayî pirsgirêka Sûriyê û rêyên çareseriya siyasî ya krîza ku zêdeyî deh sal e didome jî hatin nîqaşkirin.

Linaliyekî din jî, hevdîtinên din bi endamên payebilind ên Kongrêsa Amerîkî re hatin kirin, wek Nûner Şinayder, endamê Komîteya Karûbarên Derve yê Civata Nûneran, ku di Komîteya Jêr a Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur û Têkoşîna li Dijî Terorê ya Cîhanî de dixebite. Ew hevdîtin erênî bûn û tê de piştqirî hat kirin ji aliyê Waşinton bo MSD û spasiya rola wê kirin di şerê li dijî terorê de, herwiha tekezî kirin li ser berdewamiya hevkariya wan.

Hêjayî gotinê ye ku şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk bi serokatiya Xanim Ilham Ehmed hefteya borî gihişte Waşintonê, û biryar e çend hevdîtinan bi sazî û berpirsên Amerîkî re bike ji bo gotûbêjkirina pirsa Sûriyê û rêya çareserkirina wê li gorî biryar û yasayên konseya ewlekariyê.

Follow Me