Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

Di van demên dawîn de, dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên dijminane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin û navendên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û erebeyên Rêveberiya Xweser hedef girtin û di encamê de gelek kes li bajarên Qamişlo û Til Temrê şehîd ketin.

Meclisa Sûriya Demokratîk êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dike, û hikûmeta Federasyona Rûsyayê ji êrîşên Tirkiyê berpirsyar dibîne, û bang li hukumeta Rûsya û hêzên wê yên ku li Suriyê tevdigerin dike ku van sûcdaran şermezar bike û dawî li binpêkirinên Tirkiyê yên peymana agirbestê bîne, ji ber ku aliyê Rûsî garantorê van peymanan e li van deveran de.

 

Ev kiryarên dijminahî û sûcên Tirkiyê yên li dijî mirovahiyê ku li dijî gelên xwecihî yên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê dike bêyî tu astengiyek navneteweyî, an jî nîşanek cidî ya hesabpirsîna wan, di rastiyê de ji wan re teşwîq e ku bêtir êrîş û sûcên şer bikin, û garantiyek ji bo wan berdewamiya têkdana ewlekarî û aramiyê, herwiha piştevaniya belavkirina terorê dike li cîhanê.

Meclisa Sûriya Demokratîk van êrîşan weke nîşaneke metirsîdar dibîne ku niyeta Tirkiyê ya belavkirina kaosek mezin li herêmê eşkere dike, û li gorî vê yekê Meclis bang li hêzên hevpeymaniya navdewletî dike ku şerê DAIŞê bikin, bi serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, da ku helwesta xwe eşkere bike li hember dijminahiya Turkiyê, herwiha bang li civaka navneteweyî dike ku êrîşên Tirk şermezar bike, û bixebite ku ew berpirsiyar bêne sizadan ji ber ku ew binpêkirinek berbiçav ji qanûnên rewatiya navneteweyî û serweriya dewletan in, û gefeke li ser aştî û ewlehiya navneteweyî ye.

Ji şehîdan re rûmet û sermedî
Çakbûna bilez ji birîndaran re
Serkeftin ji bo Sûriya Demokratîk

22’ê Tebaxê, 2021
Meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment