Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

Meclisa Sûriya Demokratîk bi fikarekî mezin aloziya metirsîdar li başûrê Sûriyê yê, dergûşa tevgera şoreşgerî, dişopîne, û tiştê li bajarê Deraa yê diqewime ji hewildanên ferzkirina desthilatê ye piştî rêkeftinekê digel nûnerên niştecihên bajêr jibo rakirina dorpêçê ji mehekê zêdetir li ser wan ferz kirin. Ev alozî tê piştî sê salan ji peymanên çareseriyê û “lihevhatin” yên ku li parêzgehên Deraa û Quneytrayê di bin banê û garantiyên Federasyona Rusî de pêk tê. Em dibînin ku berdewamiya rêjîmê ji bijardeya leşkerî re, tekezî li ser têkçûna wê kir, Ew ji bo çareserkirina qeyranê ne vebijarkek guncaw e, û em wiya wekî wê nabînin alternatîfa rast a diyaloga siyasî wekî yekane riya çareseriyê û aramiya rastîn a li welêt.

 

Em di Meclisa Sûriya Demokratîk de; li hember vê aloziya metirsîdar ji ber rewşa nazik a li başûrê Sûriyê hişyariyê didin û tekezî li ser pêwîstiya parastina ewlehî û asayişa sûriyan li bajarê Derayê dikin. Em bang li Federasyona Rûsyayê dikin ku rola xwe wek garantorekî ji çarenûsa sivîlan re bilîze. ji wan sivîlên ku tercîh kirin ku li şûna ku ber bi bakurê Sûriyê ve biçin li tax û gundên xwe bimînin; Piştî ku komên çekdar dev ji wan berdan û ew hiştin ku bi çarenûsa xwe re rû bi rû bimînin, ku ji hêla Rûsyayê ve hatî garantî kirin.

Em bi tundî bikaranîna hêza zêde ya desthilata sûrî li dijî sivîlên bêparastin li Deraayê şermezar dikin, û em tekez dikin ku beşek mezin ji Sûriyê ketiye bin pêvajoyên guherandina demografî bi riya dersînorkirina xelkên xwecihî û derxistina dijberan bi hevkariya hêzên cuda yên herêmî ku bandorê li pirsgirêka Sûriyê dikin. Em herwiha bang li xelkên xwe li Deraa dikin ku dest ji axa bajarê xwe bernedin û guh nedin bangên ji bo veguhastina wan bi zorê, û pêdivî ye ku haydar bin ji makîneyên ku li dora wan hatine hedef kirin ku hebûna wan bi planên guherîna demografîk hedef digire, ku sûcekî şer ê dijî gel temsîl dike. MSD’ê herwiha tekez dike ku mercên navdewletî hatin guhertin û wê nehêsa be dubare bibe Li Deraa di dema rêveçûna tevgera şoreşgerî di Adara 2011’an de, MSD’ê banga; Civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ji bo sekinandina şerê navxweyî yê Sûriyê zext û destwerdana lezgîn bikin, piştgiriyê bidin pêvajoya danûstendinan a hevseng û şert û mercan ji bo gihiştina çareseriya dawîn a Sûriyê û bidestxistina aramiyê çêbikin.

 

30’ê Tîrmeh 2021
meclisa Sûriya Demokratîk

Add comment