Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

Roja Çarşemê, 28’ê Tîrmehê, Nivîsgeha Kontrolkirina Çavkaniyên Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî (OFAC) hin ceza sepand li ser cûrbecûr kes û saziyên rêxistî yên li Sûriyê, di nav de komên girêdayî hikûmeta Sûrî herweha koma “Ehrar El-Şerqiya” koma ku binpêkirin û tawanên berfireh pêkanîn li dijî mafên mirovan li Sûriyê.

 

Meclisa Sûriya Demokratîk pêşwaziya vê geşedana berbiçav ji hêla Nivîsgeha Kontrolkirina Çavkaniyên Biyanî ve dike, ya ku dît ku Ehrar El-Şerqiya gelek tawan li dijî sivîlan kir, nemaze Kurdên Sûriyê, di nav de kuştina neqanûnî di derheqê hevkara me di MSD’ê de şehîd Hevrîn Xelef, herwiha revandin, îşkencekirin, desteserkirina milkên taybet, tevlîbùna wê ji endamên berê yên Dewleta Islamî (DAIŞ) di nav rêzên wê de, û pirbûna van kiryarên tirsnak êşên nifûsa ku gelek caran ji koçberiya girseyî êş kişandine, û em bawer dikin ku ev pîvan encamên girîng ji bo geşedana rewşa navneteweyî ber bi alîyên kirîza Sûrî ve digire, û em bawer dikin ku ev geşedan rastbûna helwestên me û nêrîna me ya rola komên terorîst ên tundrê yên girêdayî Tirkiyê piştrast dikin, ku bîrdozî an rojevek neteweyî hilnagirin û tenê eniyek in ji bo ramanên tundrew û çalakiyên tawanbar ên tund li dijî Sûriyan, yên ku piraniya wan çekdarên çete dişînin Lîbya û Azerbîcanê bi pereyan, herwiha belge hene ku rêber û hêmanên naskirî yên DAIŞ nuha di nav pêkhateya fraksiyonên bi navê “Artêşa Niştîmanî” de, ku bi “Hikûmeta Demkî ya Hevpeymaniyê” ve girêdayî ye, cîhêreng cîh digirin.

 

Di heman demê de, MSD bawer dike ku ev berferehî û eleqedarî bi raporek berê ya bi sernavê “Qaçaxiya Mirovan” a ku ji hêla Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî ve di 1’ê Tîrmehê de hat weşandin ve têkildar e, ku tê de diyar kir ku Tirkiyê di nav lîsteya welatên ku di karanîna leşkerên zarok de hene û “Tirkiyê piştgiriyek berbiçav peyda dike” ji “Koma Sultan Murad” re. Li Sûriyê, komek Sûrî ya ku Tirkiyê piştgiriyê dide wan zarokan digire û wekî şervan bikar tîne.

 

MSD xetera domdar a ji hêla van komên girêdayî “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve û tehdîda wan a domdar a li ser sivîlên ewledar ên li bakurê Sûriyê, nemaze Kurd, yên ku ji cîh û warên xwe bi awayekî sîstematîk hatine koçber kirin û guhertina avahiya demografîk piştrast dike ji herêmên wan wekî tolhildana ji wan ji ber serfiraziya ku wan li dijî DAIŞ bi dest xist.

 

MSD tekez dike li ser girîngiya domandina lêpirsîn û şopandina reftara van koman, nemaze bi nûçeyên damezrandina odeyek operasyonên nû ku ev kom beşdarî dibin û di bin rasterast çavdêriya Tirkiyê bi mebesta armanckirina deverên nû yên niştecihbûyî ji Kurdên ji Efrînê koçber bûne, herwiha Meclisa Sûriya Demokratîk banga xwe ji civaka navneteweyî re nû dike ku berpirsiyariyên xwe li hember komên tundrew bistîne û pêdivî ye ku berdewam piştgirî û desteka Hêzên Sûriya Demokratîk di şerê wan li dijî DAIŞ de dike, di heman demê de ew girîngiya faktorê navneteweyî di gihîştina çareseriyek siyasî de ku qeyrana Sûriyê diqedîne, û bi beşdariya hemî Sûriyan tekez dike.

 

Meclisa Sûriya Demokratîk
29’ê Tîrmeh 2021

Add comment