Meclîsa Sûriya Demokratîk

Daxuyanî ji raya giştî re

9’ê Cotmeha îsal; Duyemîn salvegera destdirêjiya Tirkiyê li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ye ku ji aliyê pêkhateyên wê ve wek du herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî sivîl dihatin birêvebirin. Piştî dagirkirina van her du bajaran ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, ev êrîş bi sedan şehîd û birîndarên sivîl û leşkerî li pey xwe hiştin, û ziyanek mezin gihand binesaziyê. Di encamê de, bi deh hezaran niştecihên herêmê koçber bûn, li hember wan tawanên şer û siyaseta tunekirinê bi guhertina demografî hatin kirin û anîna hejmarek mezin ji malbatên çeteyan û cîhadîstên tundrew ji her deverên cîhanê ji bo afirandina rewşeke îdarî ya nû û guhertina taybetmendiyên herêmê di hemî warên çandî, neteweyî û etnîkî û olî de.

 

Em di Meclisa Sûriyeya Demokratîk de, di dema ku em berxwedana rûmetê ya li Serê Kaniyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber şehîdên wê ditewînin, em dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo herêmên Serê Kaniyê û Til Ebyedê şermezar û lanet dikin û em bang dikin li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê ku berpirsiyariya xwe ya tevayî bigirin ser xwe heya dawiya dagirkeriya dewleta Tirk li van her du bajaran û hemû bakurê Sûriyê, di serî de Efrîn. Herwiha em ji berpirsyar û sûcdarên ku sûcên li dijî mirovahiyê kirine û ji bo darvekirina meydanî li dijî malbat û sivîlan doza sizadan ê dikin, wekî ku li dijî Şehîda Tekoşer Hevrîn Xelef, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê qewimî, em bang dikin bê derengmayîn ji bo nêzîkbûneke serûber ku dawî li dagirkeriya Tirkiyê tîne û digihîje vegera ewledar a tevayî koçber û derbederên Serêkaniyê, Girê spî, Efrîn, û her bajar û gundekî Sûrî ku tawan û bobelat li ser hatine kirin.

 

Di dawiyê de, em bang li gelê xwe yê Sûriyê û hemû aliyên niştimanî yên sûrî dikin ku siyaseteke diyalogê ya bi mebesta serkirdayetiya sûrî ya rasteqîn di pêvajoya siyasî de ku dibe sedema çareseriya krîza Sûriyê li gorî biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî û avakirina Sûriyeke bi rêbaza medenî, nenavendî, demokratîk ku hemû pêkhateyên xwe yên etnîkî, çandî û olî hembêz dike; Welatekî ku li gorî ciyê xwe yê dîrokî bi hemî welatên cîran re têkiliyên normal digire.

8’ê Cotmeh, 2021
Meclisa Sûriyeya Demokratîk

Add comment