Meclîsa Sûriya Demokratîk

MSD’ê bi amadebûna çalakvan û kesayetiyên rewşenbîrî duyem komxebatê lidardixe

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, îro dûyemîn komxebata diyalogê lidarxist ku tê de rewşenbîr û kesayetên siyasî li bajarê Dêrikê, li bakur-rojhilatê Sûriyê, kom kirin, ji bo gengeşekirina alozî û awayên çareserkirina aloziya Sûriyê.

Di beşê yekem ê komxebatê de geşedanên siyasî û asoyên çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê li gorî geşedanên herêmî û navneteweyî hatin nîqaşkirin.

Endamê Meclisaa Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Xelef Dahûd, ronî avêt ser geşedanên ku li Deraayê li meydana Sûriyê diqewimin û geşedanên li bakurê Sûriyeyê û tecrubeya Rêveberiya Xweser û zehmetiyên ku rû bi rû dimîne.

Dahûd axivî li ser sedemên ku bûne sedema dirêjkirina kirîza Sûriyê û zêdekirina azarên gelê Sûriyê û got; Ew cudabûna helwestên welatên çalak di dosya Sûriyê de ji aliyekî ve ye, û girêdana hin aliyan ji opozîsyona Sûriyê bi dewletên herêmî yên wekî Tirkiyê ji aliyekî din ve ye.

Wî wiha berdewam kir, “aliyê siyasî yê ku xwest û dixwaze ku bigihîje daxwazên gelên Sûriyê, ew hêzên siyasî ne yên ku ji herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê tevdigerin û Sûriyekê ava dikin ku hemî ciyawaziyên xwe bêyî cûdahî hembêz dike.”

Wî amaje bi hewlên MSD’Ê yên di vê rêyê de kir, di warê danûstandina wê bi aliyên opozisyona demokratîk re ji bo xebatkirina yekkirina dîtina opozisyonê ji bo bidestxistina daxwazên gelê Sûriyê, û ji aliyekî din ve, Meclisa Sûriya Demokratîk bi welatên çalak di dosyeya Sûriyê de ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê di nav danûstendinan de ye.

Di pêvajoya pêşxistina Rêveberiya Xweser de, endamê Meclisa Serokatiyê got ku Rêveberiya Xweser ji bo berfirehkirina beşdariya civakê û pêşxistina pêkhateyên wê dixebite, herwiha kar dike ji bo peymanek civakî ya nû bi beşdariya hemû pêkhateyên herêmê û hebûnên wê yên siyasî.

Di heman demê de, Dahûd bal kişand ser xerabûna rewşa aborî li hemû herêmên Sûriyê, di nav de herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, yên ku ji bilî encamên dorpêçkirinê ji ber girtina derbasgehan ziyanê dibînin.

Ji alîyê xwe ve, amadebûyan tişta ku di beşê yekem de hatî behs kirin pêşkêş kirin û nîqaş kirin, û bi nêrîn û pêşnîyarên xwe ew dewlemend kirin ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ev komxebat li dar xist da ku hemû kom û beşên civakê têxe nav hewldanên MSD’Ê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.

Add comment