Meclîsa Sûriya Demokratîk

Komîteya şopandinê karê bicîbûyî dinirxîne

Duh, heftemîn civîna Komîteya şopandinê ya Kongireya Niştimanî ya Nişteciyên Cezîrê û Firatê hat lidarxistin, û tê de encamên karê bicîbûyî ji kongir heta niha bidest xistine nirxand.

Di civînê de piraniya endamên komîteyê beşdarbûn, bi amadebûna hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer û Ebd hamid Mehbaş hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê.

Civîn bi axaftina li ser geşedan û pêşhateyên siyasî yên li herêmê û zêdebûna tundiya vê dawiyê ya Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û binpêkirina peymanên agirbestê yên bi aliyên navneteweyî re dest pê kir.

Civîn berdewam kir bi xwendin û nirxandina raporên komîteyan (îdarî-aborî-ewlehî) û nirxandina karê komîteyê û bicihanîna rastî ya encamên kongireyê.

Civînè dît ku komîte beşdarî pêşketina rêveberiya xweser û sererastkirina karê saziyan bû bi şopandina xebata wan û nirxandina domdar a bersivdana saziyan li ser riya pêşketinê.

Di civînê de herwiha şêwaza xebatê ya komîteya amadekar a “Peymana Civakî”, ku tê de nêzîkî 150 kes ji hemî alî û pêkhateyên siyasî û civakî û ji hemî komên li herêmê hene. Civîn li ser rewşa aborî û dorpêça li herêmê, û awayê baştirkirina kalîteya karûbar, piştgirîkirina sektorên girîng û teşwîqkirina veberhênanê kir.

Ji aliyê xwe ve, hevserokê Meclisa Rêvebir, Ebd Hamid Mehbaş, li ser karê Rêveberiya Xweser peyivî û biryar û qanûnên ku ji hêla rêveberiyê û yên ku di bin lêkolînê de ne û projeyên ku ew pêk tîne, li ber çavan, nirxand û komîte wekî birêvebirê kar, wan bi rêve dike û dixebite ku ji xeletiyan dûr bikeve û daxwazên gel bicîh bîne bi rengekî ku pêşketina domdar a civakê bi dest bixe.

Komîteyê tekezî li ser pêwîstiya pêşdeçûna xebatê kir ji bo cîbicîkirina hemû biryarên Kongireya Niştîmanî ya Nişteciyên Cezîrê û Firatê, di heyama diyarkirî de, ji bo pêşxistina rêveberiya xweser û berfirehkirina beşdariya civakê.

Add comment