Meclîsa Sûriya Demokratîk

Qamişlo.. MSD komxebatekê ji bo rewşenbîran lidardixe

Meclisa Sûriya Demokratîk, MSD, semînerek diyalogê li bajarê Qamişlo li bakurê rojhilatê Sûriyê organîze kir, ji bo nîqaşkirina asoyên çareseriya siyasî û kêşeyên li pêşiya herêmê û Rêveberiya Xweser.

Rewşenbîrên ji herêma Qamişlo û gundewarê wê beşdarî komxebatê bûn ku li ser du bedan ve mijûl bû, yek jê gotûbêja aliyê siyasî, asoya çareseriya siyasî, û rêya ku MSD ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ber bi wê ve diçe.

Di beşa yekem de, Seroka Desteya Rêvebir a Meclisa Sûriya Demokratîk, Ilham Ehmed, li ser rewşa siyasî ya niha li Sûriyê, û encamên bûyerên navneteweyî li ser dosya Sûriyê axivî.

 

Ehmed bal kişand ku di aloziya Sûriyê de rewşek sekinî heye, tevî aloziyên li herêmên cuda yên Sûriyê. Wê rewşa aloz li parêzgeha Deraayê bi şerê desthilatdariyê ve girêda, “ya ku Deraa îro şahidê wê ye şerê desthilatê ye bi opozîsyonê re, di nav de tekoşîna di navbera aliyên herêmî û navnetewî yên wekî Rûsya û Îranê de.

Wê tekez kir ku xerabûna rewşa aborî li tevayiya erdnîgariya Sûriyê ye, û da zanîn ku deverên di bin destê hikûmeta Şamê de yên herî zêde zirar dîtine, “û em xwepêşandanên ku li herêmên di bin kontrola rejîmê de çêdibin, ferq dikin.”

 

Derbarê bandora herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser dorpêça li ser Sûriyê, di encama girtina deriyên sînorî yên bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve, ku di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ne. llham Ehmed got, “Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bandor dibe, em rewşa dorpêça derve û hundir û girtina deriyên bi herêmên rejîmê re dixwînin, û tekez kir ser “Mekanîzmayên hilberîna herêmî”.

Wê wiha dewam kir: “Ji aliyê aborî ve, danûstendin û komxebatên ku rasterast bi civakê re têkildar in hene. Her weha li ser projeyên aborî dixebitin, ji van projeyan ya herî pêşîn gihandina avê ye bo bajarê Hesekê, piştgiriya projeyên çandiniyê û perwerdehî ye. “

Seroka Desteya Rêvebwr a Meclisa Sûriya Demokratîk, Ilham Ehmed, amaje kir ku ji bo danasîna projeya rêveberiya xweser û veguherandina modeleke ku li tevahiya Sûriyeyê tê sepandin, dest bi diyalogên bi hêzên navneteweyî re tê kirin. Ilham Ehmed bal kişand ser dijwariyên li pêşberî bakur û rojhilatê Sûriyê, û daxuyaniyên Serokê Sûriyê Beşar Esad ên li ser sîstema deshilatdariyê ya nenavendî li Sûriyê, û der barê venegerîna Sûriyê ya rewşa beriya 2011’an, weke “erênî” nirxand, di vî warî de got: “Em jî wekî Meclisa Sûriya Demokratîk tekez dikin ku Sûriyê venagere berî kirîzê,” û tekez kir ku projeya nemerkezîbûnê di navenda projeya Rêveberiya Xweser de ye.

 

Di derbarê qeyrana Sûriyê û perspektîfên çareseriyê de, wê destnîşan kir ku aloziya Sûriyê hîn ji çareseriya siyasî dûr e, “Tirkiyê hîn jî qadên mezin li Sûriyê dagir dike, û bi mîlyonan mirovên koçberkirî hîn li dervayî ax û herêmên xwe ne, ji ber vê yekê çareseriya li Sûriye pir zor û dijwar e, û divê Lihevkirinek navneteweyî hebe ji bo gihiştina çareseriyê li Sûriyê, “û got,” Me ji gelek welatan daxwaz kir ku ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî piştgiriyê bidin pêvajoyek siyasî ya di derbarê Sûriyê de.

lham Ehmed di dewama axaftina xwe de balkişand ser bi cihkirina çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên Tirkiyeyê di lîsteya terora navneteweyî de û got: “Ev biryar destpêka vekirina rê ye ku komên din ên çete di lîsteya terorê de cih bigirin.”

Di dawiya axaftina xwe de, wê tekezî li ser pêwîstiya xebatê li ser rizgarkirina herêmên Sûriyê yên dagîrkirî kir, û misogerkirina vegera penaberan bo malên xwe, herwiha vekirina rêyên diyalogê yên cidî bi rêjîmê re ku hemû xelkên sûrî jê sûd werdigirin.

 

Add comment