Meclîsa Sûriya Demokratîk

Meclisa Serokatiya MSD’ê geşedanên siyasî û meydanî yên li Sûriyê nîqaş dike

Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk di civîna xwe ya asayî ya duh şemiyê de gotûbêjî kir li ser; geşedanên siyasî û meydanî li meydana Sûriyê li seranserê welat.

Civîn bi bîranîna komkujiya hovane û şermezarkirî ya ku li dijî hoza Şi’êtat a li ser destê rêxistina “Dewleta Islamî” DAIŞ dest pê kir, ku bi dehan endamên vê qebîleyê jiyana xwe ji dest dan di encama redkirina kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de. Herwiha beşdaran komkujiya binavkirî “Ayîşa Um El Muminîn” bibîranîn, ya ku komên cîhadî yên çekdar bi mebestên mezhebî li dijî sivîlan pèkanîn li gundewarê Laziqiyê di 4’ê Tebaxa 2013’an de, û di encamê de bi dehan sivîl bûn qurban.

Meclisa Serokatiyê, di civîna xwe ya li bakurê Hesekê pêk anî de, gotûbêjî kir li ser; Nêzîkatiyên cihê yên welatên çalak û bibandor di dosyaya Sûriyê de, ku lihevkirina van welatan dibe alîkar ji bo avakirina atmosfereke guncaw ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û bidawîkirina trajediya bi milyonan Sûrî li hundir û derveyî welat.

Civînê balkişand ser rola neyînî ya hin welatên herêmî di kûrkirina aloziya Sûriyê û afirandina rewşeke nû de ku dijberiya yekîtiya xaka Sûriyê dike, bi taybet dewleta Tirk ku beşek mezin ji axa Sûriyê li bakur dagir dike û hewldanên wê yên guhertina demografiya herêman li gorî planên sîstematîk yên ku bi giştî bi daxwazên berfirehker yên Tirkiyê yên li herêmê tevdigere.

Meclisa Serokatiyê kiryarên rejîmê yên li Deraa û başûrê Sûriyê şermezar kir, û prensîba hilbijartina gel di navbera “şer an teslîmbûnê” de red kir, û berdewamiya bikaranîna desthilata sûrî ji vebijarka leşkerî di danûstendina bi Sûriyan re, ku kirîz girantir kir û dirêj kir, şermezar kir.

Endamên Meclisa Serokatiyê destnîşan kirin ku bûyerên dawîn yên li Deraayê û geşedanên giştî yên ku li qada Sûriyê diqewimin tekez dikin ku vebijarka MSD’ê û rêya wê ya ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî; Ew riya herî çêtirîn û ewledar e ku welat bigihîje ewlehiyê.

Beşdaran her wiha tekez kirin ser giraniya agahdariya ku di derbarê komployên li dijî Efrînê û herêmên din ên dagirkirî de têne kirin. Tevî binpêkirin û tawanên berdewam li herêmên dagirkeriya Tirkiyê, vegera koçberan bo gundên xwe yên vê dawiyê hate pêşxistin, di heman demê de kesên winda û yên ku bi zorê têne windakirin û revandin têne paşguh kirin, û tevî mafê gelên xwecihî ye ku vegerin bajar û gundên xwe yên ku jê koçber bûne. Lêbelê, divê ev maf were parastin û bi misogeriyên navneteweyî re were cîbicîkirin garantî û çavdêriya navneteweyî, û misogerkirina ji niştecîhan re vegerandina tam bo mal û milkên wan, ku ji aliyê komên çekdar ve di nav hewildan û polîtîkayên guheztina demografî de hatiye desteser kirin, ku ev siyaset ji hêla Tirkiyê ve li dijî gelê Kurd tê birêve birin.

Herwiha amaje hişyarî pê hate kirin li dijî reftara hin aliyên girêdayî îstîxbarata navneteweyî û yên ku şerekî taybet li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin, bi belavkirina aloziyê di nav gelên herêmê de, û armanckirina morala gelan, bi mebesta valakirina wê ji bo lêdana cemaweriya gelêrî yê hevgirtî û teşwîqkirina koçberiyê, û civînê bang li şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku hay ji van planan hebin û bi hişmendî û pêbendiyeke mezintir xwe ragir bin bi destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi heman awayî, hikûmeta Sûriyê û deverên bin kontrola wê kampanyayên ewlekariyê yên keyfî bi rê ve dibin û zext û qedexeyan li ser xelkê dikin li deverên ku bi giranî ji ber zextên aborî yên mezin û pirsgirêkên cûrbecûr yên civakî diêşin. Beşdar bawer dikin ku ev reftar encama nebûna her guhertina zîhniyeta desthilatdariya sitemkar ya serdest e.

 

Ji aliyekî din ve, Meclisa Serokatiyê pêşwazî kir li vebûna navneteweyî li hember projeya Rêveberiya Xweser û pêşhatên dîplomatîk ên vê dawiyê, nemaze pêşwaziya serokê Fransî “Emmanuel Macron” ji şanda Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser li paytext Parîsê, herwiha vekirina nûnertiya Rêveberiya Xweser li Cenevre, Swîsre.

Di çarçoveya pêşvebirina projeya Rêveberiya Xweser de, endamên Meclisa Serokatiya pêşkeftina Rêveberiya Xweser di bicihanîna encamên “Kongireya Niştîmanî ya Nişteciyên Cezîrê û Firatê” de nirxandin û pêngava nivîsandina ” hevpeymaniya civakî” ya nû ji bo Rêveberiya Xweser pîroz kirin, bi beşdariya hemû pêkhateyên siyasî, civakî û çandî yên herêmê.

Endamên Meclisa Serokatiyê yên ji partî, hêz û kesayetiyên Sûriyê; dîtin ku qonaxa niha pêdivî bi danasîna siyaset û stratejiyên guncaw heye da ku ji holê rakirina hemî pirsgirêk û xetereyan bi pêşxistina projeya rêveberiya xweser ji bo bakur û rojhilatê Sûriyê bi rêvebirin û zelaliyê, nivîsandina peymana civakî, hilbijartin û berfirehkirina beşdariyê.

Civînê herwiha rewşa rêxistinî ya Meclisê gotûbêj kir, bi xwendina binesaziya wê û guncawbûna wê bi cewherê karê meclisê re, û tekezî kirin li ser geşkirin û nûjenkirina wê li gorî pêdiviyên kar û armancê.

Add comment