Meclîsa Sûriya Demokratîk

Heleb .. MSD’ê bi oldar û zanyarên olî re dicive

Îro, Meclisa Sûriya Demokratîk civînek ji oldar û zanayên olî, li baregeha Saziya Karûbarên Olî li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê pêk anî, da ku pêşhatên dawî di qonaxa niha de gotûbêj bike.

Civîna, ku bi dehan oldar û zanyar beşdar bûn, bi axaftina endama Nivîsgeha Têkiliyan, “Fatima El-Hisêno” hate destpê kirin, ku wê tê de qala kirîza Sûrî û bertekên wê yên herêmî û navxweyî kir, û her weha wekî civînên (Astana û Cinêvê) ku heya niha tiştek bi ser neketiye.

Di dorê de, endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê, “Mir’î El-Şiblî”, li ser bandora siyaseta navneteweyî li ser doseya Sûrî, û asoyên çareseriya siyasî nirxand.

 

Wî amaje bi nexşeyên biyanî kir ku armanca wan aramî û ewlehiya herêmê têk bide, herwiha wî pesnê rola bibandor a oldar û zanyaran di redkirina tundûtûjiya li civakan de da.

Wî got jî ku belavbûna diyardeya terorîzmê li meydana Sûrî, û belavbûna diyardeya kuştinê li ser nasname û regezên tîreyî, etnîkî, û mezhebî, Sûriya û xelkên wê xiste nav şer, ya ku diyar bû û bû pençeşêr ku laşên Sûriyê û Súriyan dikuje.

Wî bal kişand ser rola Meclisa Sûriya Demokratîk û hewldanên wê yên bênavber ji bo danîna projeyên çareseriyên Sûrî yên ku bi xwesteka gelên Sûrî re lihevhatî ne.

 

Wî tekez kir ku çareseriya siyasî bi lihevkirina Sûriyan dest pê dike, û bal kişand ser pêwîstiya diyaloga Sûrî-Sûrî bi riya beşdariya hemiyan û pêkanîna biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî.

Civîn bi vekirina deriyê nîqaşê li ber guhdaran bidawî bû, ku hemî nîqaş li ser girîngiya yekkirina rêzan û yekkirina hemî pêkhateyan ber bi avakirina civakek hevgirtî ve li pêşberî şer û nakokiyên ku hewil didin tevna Sûrî bişkîne.

 

Add comment