Meclîsa Sûriya Demokratîk

Meclisa Serokatiyê girîngiya çareseriya siyasî ya li ser esasê lihevkirina Sûriyan bingeh digire

Meclisa Serokatî ya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD tekez kir li ser çareseriya siyasî ji kêşeya sûrî re, li ser bingeha lihevhatina Sûriyan bi diyaloga avaker û cidî, dan pêşanî.

Civîna Meclisa Serokatî, ya ku îro li bajarê Dirbesiyê (bakurê Hisiça) hate li dar xistin, pêşhatên kirîza Sûriyê, geşedanên siyasî û perspektîfên çareseriya siyasî nîqaş kirin.

Di civînê de geşedanên dawîn yên di pêvajoya kirîza Sûriyê de û encamên civîn û hevdîtinên navneteweyî û bandorên wan li ser dosyaya Sûrî hatin nîqaş kirin, û hêviya xwe anîn ziman ku ev civîn dê xizmeta doza gelê Sûriyê bikin û dawî li kirîza wan bînin.

 

Civînê balkişand li ser banga Rûsî ya vê dawiyê bo diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûrî de, beşdaran girîngiya diyaloga di navbera hemî Sûriyan de diyar kirin bi şertê ku ew ber bi encamên rast ve biçe, û tekez kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser vekirîne li ser diyalogê eger Rûsya xwedan “planek pratîkî ya rastîn be ku bi pirsgirêka têkiliya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Navendî ya Şamê re têkildar be.

 

Di çarçoveya çareseriya siyasî û yekkirina dijberiya demokratîk de, civîn li ser hewldanên domdar yên MSD bû ku hewlên pêkhateyên Sûrî, alî û kesayetan çargoşe bike û zemînek guncaw ji bo lihevhatin û yekbûna Sûriyan peyda bike û hêzên wan bixe yek.

 

Beşdaran dîtin ku biryara dirêjkirina peywira derbasbûna dergeha Bab El-Hewa dibe alîkar ku bi mîlyonan Sûrî li kampên bakurê rojavayê Sûriyê bibe alîkar, di demekê de ku wan poşmaniya xwe ji bo têkçûna Konseya Ewlekariyê ya vekirina dergehê Til koçer diyar kirin ku dergehê sînorî yê bi Îraqê re û niştecihên bakur û rojhilatê Sûriyê ji alîkariya Neteweyên Yekbûyî bêpar kirin.

 

Di karûbarên navxweyî de, civînê tekez kir ku pêdivî ye ku Rêveberiya Xweser were pêşve xistin û bihêzkirin, beşdariya civakê berfirehtir bibe, û xebat ji bo cîbicîkirina encamên “Kongireya Niştîmanî ya nişteciyên Cezîrê û Firatê.”, Wan bi yekdengî pejirand ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û giştîkirina wê li tevahiya erdnîgariya Sûriyê xaleke sereke ye.

 

Civîn bi yekdengî li hev kir li ser danîna stratejiyek zelal li gorî geşedanên vê dawiyê, li ser bingeha çend rêgezan, û li ser bingeha bihêzkirina eniya navxweyî ya Sûrî û danûstendina bi welatên Erebî û Ewropî û hemî welatên çalak di pirsgirêka Sûrî de jibo pêşkeftina çareseriya krîzê.

Li kêlek domandina danûstendina bi çalakiyên civatî re li seranserê herêmên Sûrî û lidarxistina semînerên diyalogê bi kom û beşên civaka Sûrî re.

Ji hêla rêxistinî ve, civînê girîngî da rêxistinkirin û sazúmaniya meclis û ofîsên wê heya lidarxistina çaremîn konferansê xwe, ligorî dîtin û karê meclisê pêk bîne.

 

Dawiya Civînê kurtedîtinek hat pêşkêşkirin li ser rewşa meydanî ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk û şerê wan li dijî terorîzmê, û xebata wan digel hevkarên di hevpeymaniya navneteweyî de ji bo gihîştina têkçûna dawî ya rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst.

Add comment