Meclîsa Sûriya Demokratîk

Nûçeya çapemeniyê di derbarê civîna şêwirmendî ya sê alî di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk, Partiya Vîna Gel û Desteya Hevrêziya Niştimanî

Îna borî, 2’ê Tîrmeha 2021, sê şandên ku Meclisa Sûriya Demokratîk, Partiya Vîna Gel û Desteya Hevrêziya Niştimanî temsîl dikin civînek şêwirmendiyê li dar xistin û tê de her du xalên jêrîn nîqaş kirin:

Yekem: Pêşketinên rewşa giştî ya ramyariyî ya Sûrî û kirîzên ku gelê Sûrî li deverên cûrbecûr yên hebûna xwe û di hemî astan de jiyaye.

Ya duyemîn: Rewşa navxweyî ya dijberiya Sûrî û mekanîzmayên hemahengiyê di navbera aliyên dijberiya niştimanî ya demokratîk da ku bi hevre ber bi pêkanîna tam ya biryara 2254 ve biçin.

Her Sê aliyan li hev kirin ku bi hev re şêwirmendiyê bidomînin.

Follow Me