Meclîsa Sûriya Demokratîk

Ya herî girîng “biryarên ewlehiyê” ne. Komîteya şopandinê li ser biryarên pabendî yên ku ji hêla wê ve hatine derxistin tekez dike

Komîteya şopandinê ya Kongireya Niştîmanî ya nişteciyên Cezîrê û Firatê tekez kir ku biryarên ku ji hêla wê ve hatine derxistin pabend in, û ew rêça pêşvebirina rêveberiya xweser û berfirehkirina beşdariya civakê temsîl dikin.

Komîte îro civîna xwe ya mehane li dar xist bi beşdariya hemî endamên xwe û bi amadebûn û serperiştiya hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî û hevserokê Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser, Ebd Hamid El-Mihbaş.

Di civînê de hemî mijarên ku bandorê li jiyana niştecihên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin û awayên derbaskirina pirsgirêkên heyî û pêşxistina Rêveberiya Xweser li gorî nexşeya ku ji hêla encamên Kongireya Niştîmanî ya nişteciyên Cezîrê û Firatê ve hatî diyar kirin, ku di dawiya Çiriya paşîn de hate li dar xistin.

Civînê karê komîteyê di heyama paşîn de nirxand, ku hin rayedaran hîn pabendî cîbicîkirina biryarên komîteyê nebûne, nemaze yên ewlekarî, û ev yek bi xwezaya karê wan rayedaran di heyama borî de vegerand, ku heyamek şer û cengên bi terorîzmê re bû, tekez kir ku qonaxa pêşîn pêdivî bi pabendbûna tevahî biryarên komîta şopandinê heye.

Civîn li ser mijara mirina ciwanê bi navê, “Emîn Îsa El-elî”, li Navenda Çaksazî li Hesekê(Xiwêran), civînê tekez kir ku pêdivî ye ji bo lêpirsîna rewş û hûrgiliyên wê dozê heya gihîştina rastiyê.

Civînê tekez kir ku ew binpêkirina sîstematîkî ya saziyên Rêveberiya Xweser red dike, di demekê de ku ew pirsgirêkên binpêkirinên mafên mirovan red dikin û hewce dike ku binpêker ceza bibin.

Li aliyek din, hevserokê Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser, Abdul Hamid El-Mihbaş, pêşveçûna di cîbicîkirina encamên Kongireya Niştîmanî ya nişteciyên Cezîrê û Firatê de nirxand.

Wî amaje kir bi jimara biryar û tedbîrên ku heya niha hatine girtin, rêveberî dest bi damezrandina “Komîsyona Hilbijartinan ya Bilind” û komîteyek ji bo damezrandina “peymana civakî” kir.

Ji bilî selika qanûnên ku sazûmanê rêkûpêk dikin, Rêveberiya Xweser û tîmek pispor li ser amadekirin û derxistina gelek qanûnên wekî hevparî, veberhênan, bac û yên din dixebitin.

Di çarçoveyek din de, civînê dosyaya ewlehiya ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê û hewcedariya lêgerîna alternatîfên lezgîn ji bo wezgeha Elok, ku di bin dagirkirina çeteyên Tirk de ye, nîqaş kir.

Civînê herwiha tekez kir ku pêdivî ye biryar bê girtin li ser mijarên girêdayî jiyana niştecihên bakurê rojhilata Sûriyê bi piştgirîkirina sektorên jiyanî, teşwîqkirina veberhênanê, û afirandina jîngehek guncaw ji bo wê.

Add comment