Meclîsa Sûriya Demokratîk

Şandeyek bi serokatiya “Îlham Ehmed” hevdîtinekê pêk tîne ligel Betryark “Bişara El-Ra’î”

Şandeyek pêk hat ji Îham Ehmed, seroka Desteya Rêvebir ya Meclisa Sûriya Demokratîk, parêzer Ebdilselam Ehmed, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî li Lubnanê, parêzer Zîna Kelab û birêz Cemal Hesen, Sekreterê kombenda Newroz li Lubnanê, roja Pêncşemê, 3ê Hezîrana 2021, li avahiya Betryark li Bikirkê, serdana Beryarkê Kardînalê Mar “Bişara El-Ra’î” kir.

Şande bi germî ji alîyê Betryark ” El-Ra’î”
ve hate pêşwazî kirin, li wir Îlham Ehmed peyamek pêşkêş kir ku tê de pênaseyek bû ji Meclisa Sûrîya Demokratîk re, ku temsîla hevalbendiyek sîyasî ya fireh dike ku komek hêz, partîyên sîyasî, çalakîyên civatî û kesayetiyên neteweyî ji hemî herêm û parêzgehên Sûrî, Ereb, Kurd, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û Çerkez jî di nav de.

Betryark El-Ra’î
li şandeyê guhdarî kir, ku bi dirêjî li ser projeya sîyasî ya niştimanî axivî û çawaniya xebata wê jibo rizgarkirina welatê Sûrî ji karesata ku ew tê re derbas dibe û dixebite ku bigihîje hêviyên gel ji bo guhartinê û avakirina sîstemek demokratîk ya nenavendî ku Sûriyê ji dabeşbûn û perçebûnê rizgar dike û mirovên civakê li hev tîne, bi şertê ku destûr piralîtiya siyasî garantî dike ku ew cihêrengiya çandî, neteweyî û olî îfade dike, û hemû pêkhateyên civakî û saziyên siyasî bêyî dûrxistinekê beşdarî formulkirina wê dibin.

Şandê jê re piştrast kir ku Meclis bi hemî enerjiya xwe dixebite ku bi hemî hêzên Sûrî yên welatparêz û demokratîk re bicive û nexşeyek rê ya veguhêz û veguherîna demokratîk li gorî Biryara 2254 pêşkêşî bike.

Wan kêşeyên li pêş projeya Birêvebiriya Xweser, pirsgirêka penaberên Sûrî li Lubnanê, dagirkirina Tirkiyê ji Efrîn, Serêkaniyê, Til Ebyed û bajarên mayî yên Sûrî re gotûbêj kirin.

Şandeyê nerîna xwe li ser sedemên ku bûne sedema têkçûna pêvajoya siyasî li Sûriyê, siyaseta dûrxistinê ber bi hêzên bibandor li meydan û sekna siyasî ve şirove kir, û şandên ku beşdarî pêvajoya danûstandinan dibin temsîla hemî Sûriyan nake, û pêdivî ye ku ev giştpirsî ji nû ve sazkirina şandên danûstandinan were çareser kirin da ku bigihîjin pêvajoyek hevseng û encamên pratîkî bigirin.

Mijara israra rejîmê li ser siyasetên xwe yên berê û nexwestina wê jibo danûstendina bi rewşa nû li Sûriya yê re û mana wî li ser bijardeya leşkerî jî hate vegotin, wekî sedemên herî girîng ku pêşî li her pêşveçûnê di çareseriya siyasî de girt.

Piştre Betryark di derbarê projeya rêveberiya xweser û tevliheviyên rewşa Sûrî de bi giştî çend pirsyar kirin.

Di dawiya hevdîtinê de, Betryark xwest ku karesata Sûriyan bidawî bibe û başî û ewlehî li Sûriyê û gelê wê serdest be.

Ragihandina Meclisa Sûriya Demokratîk – MSD

Add comment