Meclîsa Sûriya Demokratîk

Meclisa Serokatiyê geşedanên dawîn yên kirîza Sûriyê û mekanîzmayên yekkirina dijberiyê nîqaş dike

Îro, civata asayî ya “Meclisa Serokatiyê di Meclisa Sûriya Demokratîk” de hate li dar xistin; Ji bo nîqaşkirina geşedanên rewşa Sûrî û awayên çareserkirina kirîza li welêt bi yekkirina hêzên dijberiya demokratîk û seferberkirina enerjiyan ji bo bidawîkirina pergala sitemkar û gihîştina daxwazên gelên Sûrî.

Civîn bi beşdariya piraniya endamên Meclisa Serokatiyê (nûnerên partî û blokên siyasî û civakî û kesayetiyên serbixwe yên girêdayî MSD), çi li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê an deverên mayî yên Sûriyê, û di heman demê de bi rêya bernameya Zoomê ji bo endamên meclîsê yên ku li derveyî welat in, li bajarê “Dirbêsiyê” li bakurê Hesekê hate encamdan.

Civîn ji hêla hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk, Emîna Omer ve hate vekirin, ku ew li ser geşedanên giştî yên siyasî li qada Sûrî, riya çareseriyê, û astengiyên ku çareseriya krîza li welat sînor dike, peyivî.

Endamên Meclisa Serokatiyê bi yekdengî li hev kirin ku hilbijartinên serokatiyê yên lindarketin ji hêla rêjîma Sûrî ve li deverên di bin kontrola wê de; ew yekalî hate organîzekirin, dûrî pêvajoya danûstandinan a ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve tê piştgirî kirin, li ser bingeha biryarên Konseya Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, ya herî pêşîn jî biryara 2254.

Beşdaran dîtin ku pêşbirka domdar ya aliyên navneteweyî yên sereke ji bo destnîşankirina şêwaz û xwezaya pêşeroja Sûriyê, herwiha nakokiyên herêmî li Sûriyê ji bo ferzkirina şert û mercên xwe bi riya vebijarkên leşkerî li gorî berjewendiyên hêzên herêmî û destwerdanê wan di pirsgirêka Sûrî de, herwiha nerazîbûna yek ji aliyên pevçûnê ku ji bo çareserkirina krîzê gavên cidî bavêje, ev tev de dihêle ku axaftina li ser çareseriyek siyasî li Sûriyê ne gengaz be, û li hêviya asoyekê ji bo lihevkirinek tune, ku pevçûn vekirî û berdewam dike.

Endamên Meclisa Serokatiyê xemgîniya xwe ji rewşa welat anîn ziman, ku aliyên herêmî yên nakok, herwiha yên herêmî û navneteweyî, ne xema wan e ji zêdebûna êşên mirovî yên miletê Sûrî, ku bi tena serê xwe temenê xerabûna aborî bidin û ji koçberî û penaberiyê êşê bikişînin, hemî jî di bin barê barên derûnî û tenduristî yên ku ji pandemiya Corona wêranker maye.

Ya ku êşa niştecihên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kir; Berdewamkirina sînordarkirina deriyê sînorî yê Tilkoçer bi Îraqê û bêparkirina zêdeyî pênc mîlyon Sûrî ji arîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, herwiha dorpêçkirina Tirkiyê ji Çemê Firatê û pişka Sûrî ji ava çem, ku karesatek rastîn ji bo herêmê çêdike.

Di demekê de ye ku êşa bi hezaran penaber û kesên koçber li welatên cîran zêde dibe, ku ew ji ber şert û mercên jiyanî û civakî pir êşê dikişînin û hêviyên wan yên vegerê hema hema şikestî ne, ji bilî beşek mezin ji wan ji hêla welatên cîran ve wekî çete û kirêdar têne bikar anîn li herêmên cûda li seranserê cîhanê, û beşekî din tê bikar anîn ji bo projeyên guhertina demografî û bicîkirina wan li bajar û bajarokên bi sedan kîlometre dûrî cihên xwe yên resen, wek ku li Efrîn û Serêkaniyê dibe.

Li aliyekî din, civînê pesnê domandina Hêzên Sûriya Demokratîk da bo şerê dijî terorîzmê, û operasiyonên wan yên bi kalîte di pey şopandina bermahiyên Daiş de, ku vê dawîyê operasiyonên xwe yên terorîst zêde kirin.

Meclisa Serokatiyê nîqaş kir li ser hewlên Meclisa Sûriya Demokratîk bi riya pêwendî û têkiliyên xwe bi gelek aliyên çalak re, ji bo yekkirina hêzên dijberiya demokratîk, û ew berdewam e li ser pêşxistina hevkariyê digel cûrbecûr hêz û kesayetiyên sûrî ku ji bo derketina ji krîzê bigihîjin nêrînek yekbûyî.

Meclisa Serokatiyê banga pêşvebirina nirxên bihevre jiyanê û xurtkirina têkiliyên navbera pêkhateyan li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir; ku rê li ber xeteriyê bigire, û destpêşxeriyan li ser bingehek domdar bi armanca xurtkirina beşdarî, pêşxistina modela rêveberiyê û baştirkirina rewşa aborî ya gel.

Di dawiya civînê de, hevserokê Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser, Abdul Hamid El-Mihbaş, li ser xebata giştî ya Rêvebiriya Xweser, budceya wê û projeyên ku ew ê di dema pêş de pêk bîne, kurtedîtinek nîşanda.

 

Add comment