Meclîsa Sûriya Demokratîk

Xanim Leyla Mûsa, nûnera “MSD” li Misrê, bi fîlimçêkerê Misirî Elî Bedirxan re dicive

Nûnera Meclis Sûriya Demokratîk li Komara Erebî ya Misrê, xanim Leyla Mûsa, bi fîlimçêkerê navdar û mezin ê Misirî Elî Bedirxan re civiya, û wan li ser pirsgirêka giştî ya Sûrî û geşedanên wê û modela Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirin.

Leyla Mûsa li ser dosyaya Sûrî û kirîza ku ev deh sal in li welat heye, û geşedanên li seranserê herêmê diqewimin, peyivî û girîngiya Misrê û rola wê ya sereke di çareserkirina qeyranên herêmî û navxweyî de destnîşan kir.

Herwiha wê balkişand li ser modela rêveberiya xweser û şêwaza rêveberiyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, beşdariya civakê, û rola pêşeng a jinan di wê de.

Di dorê de, fîlimçêkerê Misirî, Elî Bedirxan, kêfxweşiya xwe ji modela rêveberiya xweser û rewşa lihevhatina civakê re li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê diyar kir.

Wan herwiha rola hunerê di pêşketin û haydarbûna civakan de nîqaş kirin, nemaze ew civakên ku ji qeyranên tevlihev êşê dikişînin wek civaka Sûrî, ya ku di bin giraniya kirîza ku deh sal in didome de ye.

Di dawiya civînê de, nûnera MSD’ê li Misrê mertalê rûmetê pêşkêşî hunermend û fîlmçêkerê Misirî Elî Bedirxan kir ji bo xebat û xizmeta wî ji huner û pirsgirêkên welat û mirov re.

Sînemakar û derhênerê Misirî, Elî Bedirxan; Ew yek ji girîngtirîn derhênerên sînemaya Misirî ye. Wî sînemaya Misirî bi fîlimên xwe bi dehsalan dewlemend kir, û ew tête hesibandin yek ji wan kesên ku bi karûbarên giştî re eleqedar dibe, çi li Misrê û çi li herêmê bi giştî.

Add comment